FETOyê ku di nava dewletê de wesayîta xwe damizrandibû, êrîşî cemaet û camiayên Îslamî  kir  û wan xiste hedefa xwe.FETO bi destên zilamên xwe yên ku wan  di burokrasîya siwîl û eskeriyê de bi cî kiribû  wan kes û sazîyên  ku xistibûn hedefa xwe  wek teror û terorîst nîşan da û wan avête girtîgehan.Ev mexdûriyet mixabin ji teref meqamên rayedar ve nayên dîtin.

Mexdûriyeta birêvebir û endamên Şura-Der û Ûmud-Dera Edenê tenê mexdûrek ji van mexdûriyetan e.Ev her du sazîyên ku bi fealîyetên xwe yên xêrê li Edenê dihatin naskikirin di salên 2008-2009an de ji rexekî ve dibûn hedefên êrîşên PKKê û ji rexê din ve jî rasta  kumpas û komployên FETO/PDYê dihatin.

Di komploya Şura-Dera Edenê de hevkariya FETO-PKKê

Hevkariya  FETO-PKKê ya ku di vê heyama dawî de hat rojevê li Edenê cara ewil di sala 2008-2009an de di komployên Şura-Der û Ûmud-Derê de xwe nîşan da.PKK weke ku li her derî bi hovane êrîşên xwe dikirin, bi heman awayî li van komeleyan jî kir.Digel dayîna xebera êrîşên PKKê, polêsên FETO/PDYê qet neçûn cihê êrîşê û endamên komeleyan bi mirinê re rû bi rû hiştin.

Hêmanên FETO/PDYê yên ku qiyma xwe bi vê yekê neanîn, dema ku êrîşên PKKê berdewam dikirin, belge û delîlên sexte amadekirin û bi komployan  di 02.12.2008an de doza girtinê  di derheqê komelê de vekirin. Huseyîn Serterê ku di sala 2010an de endamê Dadgeha Bilind bû li dozê nihêrt.Di doza ku li 7emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Edenê hat dîtin de ji Serokê Şura-Derê Mihemed Aktaş, ji Serokê Ûmud –Derê Silehadîn Yenîay û ji endamên komeleyê yên bi navê Îbrahîm Onel, Talîp Pîşkîn û ji Omer Altunbaş re  her yek 6 sal û 3 meh ceza hat dayîn.Bi dayîna van cezayan weke karê ku ji teref PKKê nîvre hatibû hiştin, hat temamkirin.

Bila hakim û dozgerên kumpasker bên darizandin

Piştî ku komploya FETO/PDYê derket holê re kesên ku ji dozên mîna Ergenekon, Balyoz û Casûstiyê dihatin darizandin di demeke kurt de hatin beraatkirin;lê belê weke wan komployên ku li camîayên Îslamî hatibûn kirin, bi heman awayî dengê serok û endamên Ûmud-Der û Şûra-Derê jî nehat bihîstin.Birêveber û endamên van komeleyên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin di derbarê mijarê de destnîşan kirin, bila bêsûcbûna wan bê tescîlkirin û bila hakim, dozger û polêsên ku tevlî vê komployê bûne bên darizandin.

Komele bêyî hebûna delîlan weke ku bi Hîzbullah re têkildar in hatin nîşandan

Di exlebeyên dozên ku tê de camîayên Îslamî bûbûn hedefa FETO/PDYê de çawa ku hewil dihat dayîn endam û birêveber bi Hîzbullah re têkildar bên nîşandan bi heman awayî di komploya Şura –Der û Ûmud-Dera Edenê de jî endam û birêveber weke ku bi Hîzbullah re têkildar in  hatin nîşandan. Komîsyana Hiqûqê ya HUR-DERê di raporta ku di derbarê mijarê hazir kir de balan kişande li ser neheqî û bêhiqûqiyên ku hatine kirin. Di raportê de hat diyarkirin ku tu delîlên ku piştgiryê bidin îddîayan ,di dosyayê de nînin.

Di berdewama raporê de hat destnîşankirin doza ku hatiye vekirin bi temametî komplo ye û ew amûr û tiştên din ên ku di dozê de wek sûc hatine hesibandin, fealîyet û tiştên qanûnî ne.

Ew delîlên ku tê îddîakirin berî vê 10 salan hatine bidestxistin di aleyha bersûcan de hatine bikaranîn.

Di berdewama raporta ku ji teref HUR-DERê ve hat amadekirin de hat diyarkirin hinek belgeyên ku di serdegirtina ku di sala 2000an de li Beykozê hat kirin de hinek belgeyên ku tên diyarkirin yên arşîva Hîzbullah in piştî 9 salan di doza Şûra-Der û Ûmud-Derê de hatine bikaranîn ku ev yek jî komplo û kumpasa ku  hatiye kirin  nîşan dide ku her wiha li gor hiqûqê ew belgeyên ku ji bilgisayarê hatine derxistin wek delîl nikarin bên qebûlkirin.

Li gor rapora ku di derbarê dozê hatiye amedkirin de bertawan bi van sûcan tên sûcdarkirin:

-Di mal de  hebûna Kovara Înzar û pêvekên wê

-Kovara bi navê Bultena Çeçenîstan

-Di mal de hebûna kitêba bi bandrol a  bi navê ‘Muhammedê ji Muhabbetê’ ya ku ji teref Komeleya Mustezaf-Derê ve di bernameyên Mewlûda Pîroz de hatine belavkirin.

-CDyên bi bandrol a fîlmên Îslamî yên mîna Hz.Meryem, Hz. Huseyîn  û mîna Fîlîstîn Digirî.

- CDya ku tê de dîmenên Mewlûda Pîroz û fealîyetên yasayî yên komelê hene

-Kitêba bi bandrol a Seyîd Kutub a bi navê ‘Îşaretên Li Ser Rê’ û kitêbên Îslamî yên din

-Wek Serok û endamê Şûra-Der û Ûmud-Derê kirina fealîyetên komelê

Ew ‘sûcdarkirinên ‘ ku ji teref hakimên FETO/PDYê ve wek delîlên endambûna rêxistinê hatine qebûlkirin, dide nîşandan ku komplo û kumpasake bi çi awayî  li endam û komeleyan hatine kirin.

 Ji heyeta mehkemeya ku li dozê dinihêre, Serokê Lijneya Mehkemê Huseyîn Serter(31532), endam Arîf Bekler(34239) û Dozgerê Komerê Metîn Dîkeç(39629) piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê  di bergeha lêprîna FETO de hatin girtin.Lê belê digel derketina van heqîqetan mexdûrîyeta endam û serokên Şûra-Der û Ûmud-Derê berdewam dikin.(ÎLKHA)