Lewheyên îstîqametan ên ku ji ber xebata rê ya ku li navçeya Dirbesiya Qosera Mêrdînê berdewam dike hatibûn danîn  ji ber ku çewt hatine danîn ajokar li xwe heyîrî man.Lewra lewheyên  ku hatine danîn hêlên berawajî nîşan didin.Ji ber vê yekê  şifêr nizanin bi kîjan rexê ve biçin.

Ajokar Mihemed Hadî Kiliçê ku her tim vê rêyê bikar tîne di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku lewhe çewt hatine danîn qeza pêk tên û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez li vê derê rûdinim.Xebata rê beriya îdê dest pê kir.Asfaltê rijandin û hinek micir lê reşandin û wiha hiştin.Me perîşan kirin.Lewheyên ku ji ber xebeta rê hatine danîn çewt hatine danîn.Lewra li cihên ku lewhê lê nîşan dikin li rexekê rê heye û li rexê din nîne.Ên ku  tên nizanin bi kû ve biçin.Li vê derê 3-4 qeza pêk hatin.”

Kiliç di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir kesên rayedar bi meselê re eleqedar nabin.(ÎLKHA)