Ji rexekî ve pêvajoya pevçûnê yê ku li navçeyên Mêrdînê pêk hatin û ji rexê din ve jî  siyaseta çalan a PKKê îqtîsad û aboriya heremê tarûmar kir.Di wan salên borî di van wextan de Mêrdîna ku bi însanan tijê  dibû îsal vik û vala ye û tu kes nayê cihên dîrokî ziyaret nake.Her wiha ji ber pêvajoya pevçûnê hat ragihandin li Mêrdînê heta niha bi hezaran dikandar ji ber nebûna kar dikanên xwe girtin.

16 otel hatin girtin û 600 kes bêkar man

Serokê MARTODÊ  Ozgur Azad Gungor di debarê rewşa turîzma Mêrdînê de nirxandinan kir, Azad di nirxandina ku kir de destnîşan kir  heta niha 16 otel hatin girtin û ji zêdetirî 600 kesî bêkar mane.Azad dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êdî em nikarin rezervasyonan bigirin,em di nava zehmetiyê de ne.Turîzma Mêrdînê ev bû 2 sal ku di ber cankêşiyê de ye.”

Serokê MARTODÊ  Ozgur Azad Gungor di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ew di derbarê mijarê de raportek amade kirine û ew vê raportê him ji Walîtiya Mêrdînê re û him jî ji wezaretên têkildar re şandine.”(İLKHA)