FETOyê ku di nava dewletê de wesayîta xwe damizrandibû êrîşî cemaet û camiayên Îslamî  kir  û wan xiste hedefa xwe.FETO bi destên zilamên xwe yên ku wan  di burokrasîya siwîl û eskeriyê de bi cî kiribû  wan kes û sazîyên  ku xistibûn hedefa xwe  wek teror û terorîst nîşan da û wan avête girtîgehan.

Ji rexê din ve malbatên wan kesên ku ji teref FETO  û ji teref darbekerên 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin   û gelek êş û keser li wan hatiye jiyandin jî di bin ‘Înîsîyatîfa Malbatên ku Mexdûrê 28ê Sibat û FETO’ de civiyan û  hewil dan zilmên ku li wan hatine kirin bînin ziman.

Her weke tê zanîn piştî ku teşebûsa darbê ji teref xelkê ve hat astengkirin re  di bergeha FETO de bi hezaran hakim û dozger  û her wiha bi hezaran polêsên ku di kumpasan de cî girtine ji peywirê hatin dûrxsitin.Exlebeya polês, dozger û hakimên ku ji peywirê hatin dûrxistin ji endambûna rêxistina terorê hatin darizandin û  hatin girtin.Digel vê yekê ew qerarên ku wan hakiman dabûn tên nîqaşkirin.

FETO/PDYyê ku bêperwa û bêrehm di ser camîayên Îslamî de diçû  carinan Hîzbullah, Hîzbultahrîr, Cemaeta Îsmaîl Axa,Weşana Tahşiyê û carinan jî Mustazaf-Der, Wehdet-Dera Adiyamanê, Îhya-Dera  Xarpêtê, Şura-Dera Edenê û sazîyên sivîl ên mîna van têxiste hedefa xwe.Di vê bergehê de komeleyên ku qala wan hat kirin, hatin girtin û bi hezaran kesên ku tê îddîakirin bi van komeleyan re têkildar in  hatin girtin û wan xistin gîrtîgehan. Ew Kemalîst/Netewîperwer ên ku ji dozên  Ergenekon, Balyoz,Sarikiz,Ayişigi,Eldîven û Casûstiya Eskerî dihatin darizandin hatin beraatkirin.Malbat her wiha destnîşan kirin ku camîayên Îslamî yên ku mexdûrê heman rêxistinê ne hêviya wan a edaletê nayê dîtin.

Ji van mexdûriyet yek jî li Semsûrê hat jiyandin. Mexdûriyetên ku bi komplo û kumpasên ku ji teref FETO ve  li Wehdet-Der û Mustazaf-Dera Şaxa Kahtayê hat kirin hêj berdewam dikin.

Dozên kumpasê bi axavtina  Fethulah Gulenî dest pê kirin

Doza Wehdet-Derê bi rê û rêbazên doza ku di rojevê de bi navê Doza Tahşiyê tê nasîn hat vekirin û ji vekirina vê dozê re axavtina Fethulah Gulenî ya ku di 6ê Nîsana 2011an de di sayta herkül.orgê hatiye weşandin çavkanitiyê dike.Di axavtina ku tê de hinek derdora Weşana Tahşiyê tê hedefgirtin de bi heman awayî jî Cemaeta Hîzbullah jî tê hedef nîşan dan.Piştî weşandina vê axavtinê  bi destê medyaya ku di destê FETO/PDYê de bûn di aleyha van koman de propagandaya reş hat kirin û  mensûbên FETO/PDYê  derdora Weşana Tahşiyê bi El Kaîde re  û Wehdet-Der û Mustazaf-Dera Şaxa Kahtayê û STKyên din bi Hîzbullah re têkildar tên nîşandan û dest bi hareketê kirin.

FETO/PDYê ku di doza Tahşiyê û yên mîna wan de çawa ku guhdarkirina bêusul û komployan kiribû, bi heman awayî di van dozan de jî  hewil dan ku belge û delîlên sexte pêk bînin.Digel van delîl û belgeyên sexte temel hat avêtin da ku li Wehdet-Der û Mustazaf-Dera Şaxa Kahtayê doz bê vekirin.Piştî vê astê dozgerê FETO/PDYê  dest bi kumpasan kirin.Ev kes ewil bi wan polêsên ku di emrê wan de di ser mala wan kesên ku endamên wan komeleyan in kirin û xwestin ku propagandayeke mezin a reş bikin.Bi vê yekê hat xwestin ku van kesan li ber çavên xelkê bê îtîbar bikin.

Piştî vê pêvajoyê di encama doza ku li 3emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Meletiyê hat vekirin de  ji Serokê Şaxa Kahtayê yê Mustazaf-Derê Mustafa Yetîş  18 sal û 6 meh, ji birêvebirê  Wehdet-Dera Semsûrê Ahmet Yildirim 9 sal  û ji endamên komelê yên bi navê Ahmet Kalkan, Huseyîn Demîr, Îsmaîl Apaydin û Kamîl Demîral jî her yek ji wan re 7 sal û 6 meh ceza hat dayîn.

Ev kesên binavê  H.K. (40215-Serok, B.C. (39918-Endam), M.M. (41026-Endam) û Ş.G. (39953-Dozgerê Komarê) yên ku di heyeta mehkemeya ku ceza dan Mustafa Yetîşî piştî teşebûsa darbê di bergeha lêpirsîna teşebûsa darbê de bi endambûna FETO/PDYê hatin girtin.

Bila  qerarên mehkemê bên betalkirin û ji kesên komplovan hisab bê pirsîn

Komîsyona Hiqûqê ya HUR-DERê  di raporta ku di derbarê dozê amedekiribû de bêhiqûqiyên ku di dozê de hatine kirin li ber çavan raxist û destnîşan kir ew qerarên ku ji teref van kesan ve hatine dayîn bên xerakirin û ji wan hakim, polês, dozger û komplovanan hisab bê pirsîn.

Di raporta ku di derheqê dozê hat amedkirin de hat destnîşankirin temamê heyata mehkemê ji endambûna FETO/PDYê hatine girtin.Di raportê de her wiha hat ragihandin ji bo hesta ewlehiyê di nava raya giştî de zirarê nebînê divê ev kesên ku tevlî kumpasan bûne bên darizandin.

Bêhiqûqiyên di dozê de

Di raporê de hat destnîşankirin digel temamê guhdarkirin û şopandinan tu  têkiliya wan kesên ku di dozê wek endamên Hîzbullah tên sûcdarkirin nehatiye peydekirin.Di raporê de her wiha qala bêhiqûqiyên ku di dozê de hatine kirin wiha hatin rêzkirin:

-Di encama guhdarkirin û şopandinên ku hatine kirin de dosyayeke bi hacîm a ku tu qiymeta wê ya hiqûqî nîne hatiye amedekirin

-Ew CDyên muzîkê, rojname, kovar, kitêb û tiştên din ên ku di serdegirtinên malên wan kesên mexdûr de hatin girtin di dosyayê de wek hêmanên sûcê  hatine nîşandan.

-Ew 2 peredankên ku li Wehdet-Derê hatine girtin, belgeya ku tê de nav û mektebên  xwendevanên feqîr tê de hene û li Mustazaf-Dera Şaxa Kahtayê hatiye girtin.

-Metna daxuyaniya çapemeniyê ya ku di çalakîya protestoya ku bi aramanca protestokirina şewitandina Qur’ana Kerîm hatibû amadekirin.

-Di dozeke ku li Erzeromê hatibû vekirin de îfadeyên kesê bi navê Mehmet Karayîgît wek delîl û îfadeyên şahid hatiye pêşkeşkirin.(Lê belê kesê ku navê wî derbas dibe di îfadeya xwe ya mehkemê de destnîşan dike ku ew di îfadeya ku ji ewlehiyê re daye de tu kesî bi endambûna rêxistinê sûcdar nekiriye)

- Ji bilî van di encama guhdarkirinên ku hatine kirin de fealîyetên însanî yên mîna ziyaretkirina nexweşxanê, dawat û hwd. di dosyayê de wek hêmanên sûcê hatine nîşandan.

-Ew qerarên taqîb, guhdarkirin û tiştên din ên ku ji teref 3emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Meletiyê ve hatiye dayîn xwe naspêrê tu delîl, dokuman  û îxbaran.

Heyata mehkemê ya ku qerara cezayê da ji FETO/PDYê ji peywirê hat dûrxistin

Ew cezayên ku ji teref heyeta mehkemê ve hatibûn dayîn ji teref 9emîn Cezaya Giran a Dadgeha Bilind ve hat tesdîqkirin.Ev heyata mehkemê ya ku biryara cezayê dabû  bi tevahî ji ber endambûna FETO/PDYê hatin girtin.

 Ji bo hûn karibin rapora ku ji teref HUR-DERê ve di derbarê dozê de hatiye amadekirin bibînin bitikenin(ÎLKHA)