Mela Hamdîn Zengînê  ku berî vê 25 salan lawê wî ji ber xizmetên xwe yên Îslamî ji teref  FETOyîstan ve bi kumpas û komployan hatiye girtin daxwaz kir ku lawê wî yê bi navê Ebdullah ji nû ve bê darizandin.

“Ew hakim û dozgerên ku ceza dan lawê min a niha hatine girtin”

Mela Hamdîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê wî dema ku 17 salî bû hatiye girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 50 îd e ku di girtîgehê de ye.Dema ku em diçin ziyareta lawê xwe em gelekî zehmetî û tehdayiyê dikşînin.Dek û dolaban anîn serê lawê min.Lawê min bi kumpasên FETO û 28 Sibatê hat girtin.Me gelek zêde kişand.Em vê rewşa xwe ji Xwedê re hewale dikin.Ez dixwazim lawê min ji nû ve bê darizandin.Ez bang li Serokomar, Serokwezîr û Wezareta Edaletê dikim.Ev FETOyîst ceza dan lawê min lê belê ev hakim û dozger hatine girtin.”

Dê Fatma Zengîn jî di derbarê mijarê de destnîşan kir lawê wê ev bû 50 îd ku di girtîgehê de ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez bang li Serokomar û Serokwezîrî dikim.Ez dixwazim ev mexdûriyet demildest ji rastê bê rakirin.Êdî bila ji vê hesretê re dawî bê anîn.”(ÎLKHA)