“Ez di zeviyan de dixebitîm û min  lawê xwe mezin kir”

Dê Ayşe Uzumcu di derbarê lawê xwe yê ku ji teref PKKê ve hat qetilkirin de destnîşan kir lawê wê  aşiqê Qur’anê bû û xwediyê exlaqeke xweş bû.Dê dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêj lawê min nehatibû dinyayê ku bavê wî di avê de xeniqî.Min bi sed zehmetî lawê xwe mezin kir.Ji bo şûna bavê xwe bigre, min wî zû zewicand.Lawê min ji ber ku di rêya Xwedê de bû û heyateke Îslamî dijiya ji teref zaliman ve hat qetilkirin.Rebbê min wan qehr û perîşan bike.”

 “Zarokên wî êtîm hiştin û qezeba min şewitandin”

Dê Eyşe Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê wê ji ber ku di rêya Xwedê bû hatiye qetilkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Exlaqê lawê min pir xweş bû, rojekê qelbê min neşikand.Qur’anê pir dixwend û îbadetên xwe dianî cî.Rojekê dema ku lawê min diçû seyranê ji teref zaliman ve hat şehîdkirin.Xweda heqê me ji wan re nehêle.”

 “Xweda bela xwe bide wan, nehiştin em hêzkirina bavê xwe bijîn”

Ayşegul Uzumcuya ku qîza Yusufî ye di derbarê mijarê de wiha axivî: “Dema ku bavê min hat şehîdkirin ez 5 salî bûm.Tiştên ku em jiyane bi gotinê xelas nabe, encax bê serê mirov wê demê dikare bê fêmkirin.Em hîn nebûn ku hezkirina bav çi ye.Min hezkirin û şadiya bavê xwe nedî, ev gelekî xirab û bi keser e.Xweda bela xwe bide wan kesên ku ji van tiştan re bûne sedem.”

Şahadet Uzumcu jî weke xweha xwe hest û ramanên xwe anî zimna û destnîşan kir ew ji hezkirina bavê xwe mehrûm man. (ÎLKHA)