“Di 15ê Tîrmehê de 245 birayê me bi qehramanî can dan”
Şahîn di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir hinek kes dixwazin li Mislimantî, dîn û li pêşeroja vî welatî darbe bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dizanin di pey wan darbeyên ku bi rêxistinên cûrbecûr hatine kirin de jî Emrîka û Îsraîl heye.Di 6-7ê Cotmehê de bi destê PKKê darbe kirin, lê belê ev birayên me yên xort canên xwe feda kirin û ji vê darbeyê re bûn asteng.Dîsa di 15ê Tîrmehê de ger ku 245 birayê me canê xwe bi qehremanî feda nekiribana û xwe ne nedabana ber lûleyên çekan û li ber tankan nerazabana dê welêt di rewşeke din de bana.Ev birayên me pêşeroja welêt rizgar kirin.Ev erdnigariya ku em lê dijîn bedelê dixwaze.Lewra çavê dinyayê li ser vê erdnigariyê ye û ev bi qernan hewil tê dayîn da ku l hakim bibin.”(ÎLKHA)