Namzetên haciyan ên ji derên cûr bi cûrên dinyayê mewc mewc herikîne axên pîroz ji bo Vaqfeyê derketin Arafatê.

Namzetên ku hinek ji wan peyade, hinek jî bi wesayîtan çûn Arafatê li wir di konan de bi cî bûn da ku îstirahet bikin. Namzetên haciyên ku telbiye, tekbîr û selewatan tînin piştî ku dê vaqfeya Muzdelîfê ya ji wecîbên hecê pêk binin berê xwe bidin Mînayê.

Namzetên haciyan dê li Muzdelîfeyê kevir berhev bikin û li Mînayê di konan de bimînin. Dûvre ji bo recimandina şeytanê dê berê xwe bidin Cemeratê. Piştî recimandina şeytanê dê di roja yekemîn a Îda Qurbanê ji îhramê derkevin û serê xwe traş bikin.

Her wiha Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez dema ku namzetên haciyan waqfe dikirin duaya waqfeyê xwend. Gormez diyar kir ku ew li bajarê Mekkeya ku Hz Muhammed (as) hatiye dinê ne. Gormez li vir temeniya yekitî û biratiya Mislimanan kir. (ÎLKHA)