Şehîd Yusuf Yaşlakê di dîraka 9ê Îlona 1993yan de li Gundê Çengilliya girêdayê Mûşê dema ku pez diçêrand ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin ji teref hezkiriyên xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn.
Serokê Bajarê Mûşê yê HUDA PARê M. Şîrîn Çaglayan, Serokê Navçeya Beranikê (Korkutê) Kemal Elîtaş û dildarên Selam-Dera Mûşê beşdarê bernamê bûn.
Bernameya ku li ser goristanê hat lidarxistin bi Tîlaweta Yasîna Şerîf hat destpêkirin. Dûvre Mela Samî Tanriverdî di derbarê giringiya şehîd û şehadetê de axivî.
Tanriverdî wiha axıvi: “Dema ku em îro lê mêze dikin herkes ji zilamê xwe re dibêje şehîd. Herkes gor xwe dibêje şehîd. Şehîdê demokrasiyê, şehîdê PKKê, şehîdê bêvanê… Halbûkê terma şehîd termeke îslamî ye. Ya girîng ew e ku Xweda ji kî re dibêje şehîd.”
“Gundê me bi cemaetê Îslamê nas kiribû û piştgirî nedan van”
Hasan Ozçelîkê ku ji nêzik ve Şehîd Yusufê nas dikir diyar kir ku şehîdê ji bo Îslamê her cûr fedakarî kiriye. Dûvre Ozçelîk wiha pê de çû: “Şehîd Yusuf mêrxas bû. Ji bo Îslamê her cûr fedakariyê dikir. Ciwanê 23 salî Îslamê nas kiribû û gor îslamê dijiya. Ji teref emperyalîst û komînîstan ve hat şehîdkirin. Gundê me bi cemaetê Îslamê nas kiribû û piştgirî nedan van. Lewra ev saziyekî Îslamî nebûn.”
“Hertim ji me re xizmetê dikir”
Tayîp Yondemê ku bi Şehîd Yusuf re şivantî dikir diyar kir ku exlaqê şehîdê pir xweş bû. Yondem wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd Yusuf j imin 2 sal mezintir bû. Me bi hev re pes diçêrand. Wî dilê tu hevalê min nedihêşt. Hertim ji me re xizmetê dikir.”
“Dê em doza wî bidomînin”
Hamza Yaşlakê birayê şehîdî diyar kir ku wî qet kekê xwe nedîtiye. Yaşlak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku kekê min şehîd bûye ez hatime dinê. Heke min kekê xwe nedîtibe jî ji teref hawîrdor ve min wî bihîstiye. Ew ji doza xwe re sadiq bûye. Dê em jî doza wî bidomînin.” (ÎLKAH)