Hat ragihandin piştî êrîşa bombeyî ya ku li navçê li Midûrtiya Ewlehiya Cizîrê hat kirin re têketin û derketinên Cizîrê hatin qedexekirin.

Li gor dîmen û agahiyên ku ji navçê gihaştine ber destên me hinek hemwelatiyên ku ji derveyê navçê hatine, ji seat 07.00an ve li têketina navçê radiwestin û kesên ku dixwazin derkevin derveyê navçê jî ji wan re destûr nayê dayîn.

Ji ber qedexeya têketina navçê nêzî  6 kîlometrêyan dirêjahiya wesayîtan çêbû.Her wiha hat hînbûn TIRên ku dê biçin Deriyê Sînorê yê Habûrê bi şikleke bi kontrol ji rêya hawirdorê ji çûyîna wan re destûr tê dayîn.(ÎLKHA)