Ji teref TUÎKê ve rêjeya bêkariyê ya meha Gulana 2016an hat eşkerkirin.Li gor danayên TUÎKê li Tirkiyê hejmera kesên bêkar 106 hezar zêde bû û derkete 2 milyon û 895 hezar.Her wiha rêjeya bêkariyê di meha Gulanê de li gor heyama par 0,1 pûan zêde bû û bû ji sedî 9,4.
Rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 47,5
Di heyama Gulana 2016an de li gor heyama par hejmera kesên ku hatine îstîhdamkirin 795 hezar zêde bû û hejmar derkete 27 milyon û 867 hezaran. Rêjeya îstîhdamê bi vî awayî 0,6 pûan zêde bû û bû ji sedî 47,5.(ÎLKHA)