“Navê vê teror e”

Di daxuyaniya ku di derbarê êrîşan de hat dayîn de wiha hat ragihandin: Di 10ê Tebaxê de li Qoser û Diyarbekirê bi wesayîtên bombebarkirî êrîş hat kirin, di van êrîşên ku hatin kirin de zarok jî di nav de tevde 9 însanê me ji teref PKKê ve hatin qetilkirin  û bi dehan însanên me jî birîndar bûn.Em vê êrîşa menfur a ku hatiye kirin tel’în dikin.Bi çi sebebê hatibe kirin ferq nake ev êrîşên ku bi wesayîtên bombebarkirî li cihên jîngehê hatine kirin  nayên qebûlkirin û navê vê yekê teror e.”

Di berdewama daxuyaniyê de bal hatin kişandin li ser armancên van êrîşên ku tên kirin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Dewletên emperyalist li ser welêt planinan dikin ku ev yek bi teşebûsa darbê eşkere bû.Ev rabûna ku taşerontiya wê ji teref FETO/PDYHê ve hat kirin bi lutfa Xwedê bi ser neket.Lê a niha jî bi destê PKKê teror û qetlîam tên hedefkirin da ku welêt têkeve nava alozî û kaosê.Bi şikleke eşkere di holê de ye ku her du rêxsitin jî pişta xwe didin heman navenda taritiyê.Encax em bawer dikin ku her du rêxistin jî mehqûm in ku têk biçin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji kesên ku di birîndar bûne re şifa  û ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re jî ji Xweda rehmet hat telebkirin.(ÎLKHA)