Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf ji bo ziyaretinan hat Enqerê.
Zarîf di daxuyaniya xwe ya ku dema dihat Enqerê da de qala pêwendiyên Tirkiyê û Îranê kir.Zarîf di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Pêwendiyên me yên gelekî baş bi dewleta Tirkiyê û bi gelê wî re hene.Em di heyama embargoyê de xwediyê pêwendiyên gelekî baş bûn û xwediyê îmkanan in da ku pêwendiyên zêdetir baş bibin.”
Zarîf di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir cudahiyên fikrî di navbera du dewletan de hene, lê ev cudahî nabin sedem ku em bibin dijminê hev û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îran ne roja ewil, di seata ewil de darbê mehqûm kir.Li gor me cihê darbê li heremê nîne.Ji ber vê yekê Rêberê Înqilaba Îslamê, Serokomar Ruhanî, Wezareta Karên Derve û rayedarên din vê teşebûsa darbê mehqûm kirin.”(ÎLKHA)