Endamê GÎKa HUDA PARê Mahmut Kilinç, Serokê Bajarê Mêrdînê Şeyhmus Akman, Serokê Navçeya Qoserê Burhan Aydin û endamên partiyê yên bi wan re esnafê ku ji ber êrîşa li navçeya Qoserê zirarê dîtibûn ziyaret kirin.

Lijneya HUDA PARê piştî ku guhdariya pirsgirêkên esnafê navçeyê kir li dera ku êrîş hatibû lidarxistin tehqîqat kir û Endamê GÎKa HUDA PARê Mahmut Kilinç dûbare diyar kir ku ew vî êrîşê şermezar dikin.

 “Em êrîşan bi şiklekî tundî şermezar dikin”

Kilinç wiha destnîşan kir: “Li navçeya Qosera Mêrdînê û Sûra Diyarbekirê êrîşên bombeyî yên hemanwextî bi hinceta ku dê li noqteyên polêsan were kirin hatiye lidarxistin. Di encama vî yekê de 8 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dane û nêzî 50 kesan jî birîndar bûne. Li navçeya Qosera Mêrdînê yekî polês 3 kes jiyana xwe ji dest dane. Li Diyarbekirê jî ji heman malbatê yekê wî dergûş 5 kes di êrîşa menfûr de jiyana xwe ji dest dane. Em vî tûndiyê şermezar dikin û ji Xweda ji miriyan re rehmet dixwazin û sebr û sebat ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re dixwazin. Xweda şîfa bide birîndaran.”

 “PKK, fatureya siyaseta çalan a ku wek hezimet dawî lê hat ji gel re dibire”

Kilinç wiha diyar kir: “Ev êrîşên ku ji bo xizmeta hêzên emperyalîst tên lidarxistin û bi vî yekê hewl didin ku herêma me bê îstîqrar bikin. Ev bi tu wechê nayê qebûlkirin. Gelê me van êrîşên ku tên lidarxistin tu wext tevsîb nekiriye û her tim dijî vî yekê sekiniye. Wekê ku me berê jî diyar kiribû ev êrîş ji bo ku aramî û hizûra gelê Kurdên Misliman ên ku piştgirî nadin siyaseta çalan tên lidarxistin. PKK, fatureya siyaseta çalan a ku wek hezimet dawî lê hat ji gel re dibire. Pêwîst e ku demildest dawî li van êrîşên ku wehşiyane tên lidarxistin werin rawestandin û dev ji vî yekê were berdan.”

Kilinç ragihand piştî ku Serekkosuliya Edenê ya DYEyê hatiye Diyarbekirê ev êrîş hatine lidarxistin û hêj jî senaryoyên şerên navxweyî didome. Dûvre Kilinç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rêxistina terorê ya ku ji bo xizmeta senaryoyên şerên navxweyê yên Emperyalîstên Xerbî dike li qadên ku gel dijî dide ber bomban û qetilkirina siwîlan didomîne. Ev yek jî destpêka dawiya rêxistinê tîne.”

 “Divê ku gelê Kurd ji vî zulmê re bibêje êdî bes e”

Kilinç diyar kir ku gel van êrîşan heq nekiriye. Dûvre Kilinç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wekê ku hûn jî dizanin ji roja serî ve heta îro rêxistin dibêje ku dê ew herêmê rizgar bike. Eva hûn jî dibînin ku herêmê çawa rizgar dike. Hûn avahiya ku piş min e dibînin. Hûn texrîbata ku wan pêk aniye dibînin. Hemî li ber çavan e. Gelê me nêzî 90 salan bû ku dûçarê zulma pergalê bûbû. Lê piştî 10-15 salan ev pergal normal bû. Vî carê gel dûçarê vî rêxistinê bû. Divê ku gelê Kurd ji vî zulmê re bibêje êdî bes e. Em di ziyaretan de dibînin ku her kes ji vî zulmê gilîdar e. Rêxistina terorê ya ku ji bo xizmeta senaryoyên şerên navxweyê yên Emperyalîstên Xerbî dike li qadên ku gel dijî dide ber bomban û qetilkirina siwîlan didomîne. Ev yek jî destpêka dawiya rêxistinê tîne.” (ÎLKHA)