Veysel Orhanê ku li Esenlera Stenbolê wek er eskerî dikir û ji ber teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê wek sûcdar hatibû binçavkirin ji ÎLKHAyê re axivî.

Orhan ragihand dê di 15ê Tîrmehê de merasîma dewir-teslîmkirinê bihatiba lidarxistin. Lê ji nîşka ve taloqê 29 Tebaxê hatiye kirin. Dûvre Orhan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di wextê xwarina nîvro de ji me re gotin merasîma me ya dewîr-teslîmê hatiye taloqkirin. Heta serhengê alaya me dê sencaxê dewir bikira û payekî bilindtir hilbigirta. Dûvre ji me re gotin dê ji we re were qalkirin ku dê  di bûyerên civakî de çawa alîkarî li polêsan tê kirin’. Me melzemeyên xw ehilgirt û em man li benda wan.’ Ji me re gotin dê îro ji bo tetbîqatê bangewazî werekirin.”

 “Him çek him jî mihîmat dan erên ku nû hatine”

Orhan qal kir ku çek û mihîmat dane erên ku nû hatine jî. Dûvre Orfhan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di vî heyamê de fermandarê yekîneya me her tim bi telefonê bi fermandarê alaya me re hevdîtin dikir. Saet di derdora 18.00an de bû. Elerm hat dayîn. Me jî hemî melzemeyên xwe hilgirt û ji bo ku em serê wesayîtan bibin me wek kom kom dabeş kirin. Dûvre mihîmat belavê her kesî kirin.”

 “Çawîşê me yên pispor ji fermandaran re îtaet nedikirin”

Orhan destnîşan kir ku çawîşên wan ên pispor ji fermandaran re îtaet nedikirin û ew û hevalên wî di wî wextê de fêmkirie ku dê derbe were lidarxistin.

 “Min bihîst ku Serheng Cebecî wiha diyar kir; ‘me karekî kir hemî tevlêhev kir’”

Veysel Orhan destnîşan kir piştî têkçûyîna derbeyê fermandarê alayê Sadik Cebecî xwestiye ku dîwerrê bi wesayîta bi zirx qul bike da ku bireve. Dûvre Orhan diyar kir ku fermandarê alayê wiha ragihandiye; ‘Me karekî kir lê me hemî tevlêhev kir.’

“Lawê me û hevalên wî hêj nedizanîna ku derbe çiye”

Mehdiya Orhanê dayîka Veysel Orhanî destnîşan kir ku lawê wê di dema teşebusa derbeyê de hatiye mexdûrkirin. Dûvre Orhan wiha pê de çû: “Me hedîsa derbeyê di saet 23.00an de ji televîzyonê hîn bûn. Tabî ji ber ku lawê me li Stenbolê leşker bû em pir tirsiyan. Lawê me û hevalên wî hêj nedizanîna ku derbe çiye. Ji yên wir pirsîne ku derbe çiye. Hinek fermandar zarokên me wek tetbîqat heye. Ji ber wî yekê wan xapandine û derxistine derve. Tabî ji ber ku gel vî yekê nezaniye êrîşê leşkeran kiriye.” (ÎLKHA)