Huseyîn Akbalikê ku di 13ê çileya paşîn a 1994an de hat binçavkirin û dûçarê îşkenceyan bû dûvre cezaya sermedî danê ji ber rewşa wî ya xedar ew piştî 24 salan bi sendelyeya tekerlekê vegera mala xwe.
Akbalik diyar kir ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa Fyê ya Wanê de ji ber derziya kul ê dane ew ketiye wî halê û êdî nekariye ji nav nivînê derkeve. Akbalikê ku ji ber emeliyata timurê bûye dê 3 meh li malê yedawî bibîne serpêhatiyên xwe ji ÎLKHAyê re anî ziman.
“Min dan ber îşkenceyên giran”
Akbalik bal kişand ku bê sûc û guneh dema ku ew di ziyareta xizmên xwe de bûye hatiye girtin. Dûvre Îşkenceyên giran lê kirine. Dûvre Akbalik wiha diyar kir: “Malbata min dîndar bû û jî dînê xwe haydar bû. Ez jî di malbatek wiha de mezin bûm. Ez 24 sal ber çûm mala xuha xwe ya ku li gundek din bû. Cendirme di ser gund de girt. Dûvre min binçav kirin. Min guman dikir ku dê min berdin. Min qet zen nedikir ki fê min bigirin. Lewra ez bê sûc bûm. Dûvre min birin Hezexê. Ez 1 meh di bin bunçaviyê de mam. Di bin binçaviyê de gelek îşkenceyan li min kirin. Dema ku ez bin binçaviyê de bûn betanî dane nin. Di betaniyê de pir sipe hebû. Girtenameyên sosret amade kirin û bi me dan îmzakirin. Di derbarê min de gotine dema ku wî hewl daye ji gund bireve me wî girtiye. Lê qethiyen tiştek wisa tune. Ez li qada gund bûm. Hatin nasnameya min ji min pirsîn. Di gel bê sûc û guneh cezaya sermedî dan min. Ez 24 sal e ku ez di girtîhehê de me. Dema kum in girtin ez 27 salî bûm. Lê niha ez ji 50 salan jî borî me.”
“Çendîn meh min dernexistin mehkemê”
Akbalik dema ku di bin binçaviyê de bû pir îşkence lê hatiye kirin. Wî wiha qala wî heyamê kir: “Berî min birin Girtîgeha Hezexê. Di gel çend mehan min dernexistin mehkemê. Dûvre parêzerê min hat. Ji min re got sûcê min ên di dosyayê de giran nîne. Wî got; ‘dê te serbest berdin.’ Lê cezaya sermedî dan min. Alîkariya li rêxistinê bidan min tiştek nedigot lê digel tunebûna sûcê sermedî vî cezayê dan min.”
“Ji ber derziya ku li min dan çendîn roj ez nehatim hendê xwe”
Akbalik ragihand dema ku ew li Wanê di girtîgehê de bûye tixtorek derziyekê ya ku zirarê daye wî lê daye. Dûvre Akbalik wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Wanê beriya nexweşiya min, min dibirin derûnasiyê. Di girtîgehê de mehê carek derziyek li min didan. Ji ber bandora wî derziyê êdî ez nedikarîm rabim ser pê xwe. Teqeta min ji nîşka ve diket. Dema ku ez radibûm ser piyên xwe ez diketim xwarê. Kesê ku derzî li min dida digot; ‘dema ku ev derzî lê were dayîn ew 20 roj nikare were hemdê xwe.’ Rastî jî wisa bû. Min bi alîkariyên hevalên xwe di girtîgehê de niyaziyên xwe temîn dikir. Piştî mehekî hatin ku dûbare derzî li min bidin min ji wan re got fayda vî derziyê ji bo min tune. Lê bi zorî li min dan. Min nezanî ku ji bo çi li min dane.”
“Min nedizaniya ku di mejiyê min de ur heye”
Akbalik ji bo xwe taleba duayê kir. Dûvre wî axavtina xwe wiha domand: “Dawiya Meha Remezanê bû. Hatin ji min re gotin; ‘dê em te bibin Girtîgeha Semsûrê.’Min got; ‘hûn çir amin sewqê wir dikin? Ji min re gotin ur di mejiyê te de heye. Ez wî çaxê ji nexweşiya xwe xeberdar bûm. Dûvre ez li Zanîngeha Înonu ya li Semsûrê emeliyat bûm. Ez 2 roj bû hemdê xwe nebûm. Dema ku ez hatim hemdê xwe j imin re gotin; ‘me te emeliyat kiriye.’Tu tiştekî nedihat bîra min. Ji min re gotin; ‘me te emeliyat kiriye. Baş derbas bûye.’ Ez nêzî mehek mam. Dûvre min sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Meletî kirin. Ez 2 heftî mam wir. Piştî ku dirûna min vekirin dûbare min şandin Wanê.”
“Zirarê kesên ku FETO wan avêtiye zindanan ji tu kesî re tune”
Akbalik wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew sûcên ku davetin ser min dema ku di sala 2000an de bi dîtina belgeyên li Beykozê derketin holê. Ji bo ku min serbest berdin min îtiraz kir lê nehat qebûlkirin. Hêj jî ez ji ber van sûcan radizêm. Hakim û dozgerên ku wî çaxê însanên wekê min ên belengaz diigirtin niha wan davêjin hindir. Di wextê de davikên ku wan ji me re vedabûn niha bi xwe dikevin nav de. Di sûncê van kesan de bi hezaran însanên mesûm çendîn sale ku di zindanan de ne. Zirarê kesên ku FETO wan avêtiye zindanan ji tu kesî re tune.”
“24 sal e ku ez wek girtîgeh cî bi cî dizivirim”
Akbalik rahihand ku ew 24 sal e ku wek girtîgeh cî bi cî dizivire. Dûvre Akbalik wiha li axavtina xwe zêde kir: “Malbata min sal 2 car dihat dîtina min an ne. Heta ku dihatin cem min 2 roj di rêde diman. Gelek zehmetî û zorî dikişandin. Bavê min wefat kir. Min nedît. Heta ku wî wefat kir vi rewşa xwe ya nexweş dihat dîtina min.” (ÎLKHA)