Hat ragihandin li heremê PKK bi destê şaredarîyên DBPyî û bi destê hinek komeleyan, ji karsez û dikandaran re ‘zerfa xeracê’ şandiye û ceza daye wan kesên ku meblaxa ku jê hatiye xwestin nedane.

Hat hînbûn PKK li heremên mîna Sûr, Cizîr, Silopî û Nisêbîna ku wêran bûne, di bin navê alîkariyê de bi destê şaredarî û saziyan, ji sazkar û dikandaran li gor asta wan a aboriyê xeracê xwestiye û ji wan re zerfên ku rengên wan ji hev cûda ne şandiye.

PKKyê ku tê zanîn li Kurdistana Bakur ji kesên tacire tiryakê di bin navê ‘bacê’ de bi milyonan lîre berhev kiriye herî dawî derket holê ku zext û zordariyên xwe li ser dikandar û sazkarên heremê zêde dike û bi zextan ji wan xeracê distîne.Agahiyên ku ÎLKHAyê berhevkirine zext û zordariya ku ji teref PKKê ve li xelkê tê kirin dide ber çavan.

Tê îddîakirin bi talîmatên kesê ku di Şaredariya Diyarbekirê de di nava birêveberên bilindpaye de ye û serokatiya hinek komeleyan jî dike û bi heman awayî xwediyê marketên danûstandinê yên li Diyarbekirê ye ‘zerf’ ji sazkar û dikandaran re tên şandin.

Êrîş birin li ser AVMyên ku xerac nedan

Li gor îddîayên ku tên diyarkirin ji karsazan li gor rewşa wan a aboriyê pere tên telebkirin û ji AVMyên ku li Diyarbekrê ne jî di meblaxên pir zêde de pere hatine xwestin û ji van AVMyan jî yên ku xerac neda wan, rasta êrîşa wan hatine.Her weke ku dê bê bîran berî vê 5 mehan êrîşeke bombeyî li AVMya herî mezin a  Diyarbekirê hatibû kirin  û piştî demekê jî bi çekan êrîş li AVMê hatibû kirin.

Li Diyarbekirê rayedarekî şîrketeke taybet ê ku nedixwast navê wî eşkere bibe destnîşan kir jê re zerf hatiye anîn û di zerfê de wiha dihat nivîsandin ‘Em li Kurdistanê ji pêvajoyeke dijwar û zehmet  derbas dibin.Ji teref dewletê ve temamê rêyên ticareta me hat birîn.Em ji hêla aboriyê ve di nava rewşeke ne baş û xirap de ne.Em li benda alîkariya esnafê Kurdistana Diyarbekirê ne.”

Rêvebirê şîrketê di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku ew zerfa ku ew wek ‘Zerfa Xeracê’ bi nav dikin jê re hat anîn ew  ji rewşê re bertek nîşan dan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku zerfê dan min û min tiştên di nav de xwend û hema di cî de min zerfê qetand.Min ji wan re got ku perê me yên ku em bidin we nîne.Ji ber vê yekê kesê ku zerfê anîbû got ku ew qasid e.”

Dîsa dikandarekî ku li Diyarbekirê karê tomerîfiroşiyê dike û nedixwast navê wî eşkere bibe jî di derbarê mijarê de wiha  axivî: “Ji kesên ku hatine revandin an jî bi dilê xwe çûne bal wan re cardin li ser navê sazî an jî desteyên din diçin ji wan teleba ‘alîkariyê’ dikin.Yanî weke ku hûn fêm bikin ji van yekîne jî kêm nabin.Rêxistîbûna bajêran!, Rêxistîbûna taxan û ciwaniyê.Ev rêxistîbûn ew rêxistîbûn.Bi vî awayî mafê jiyanê nadin tu kesî.”

Ji bilî van her wiha tê diyarkirin di navbera personelên di şaredarîyê de li gor meqam û mewqiyê wan ji wan pere tê berhevkirin û personelên ku naxwazin van pereyên ku tê xwestin bidin ji ber tunebûna ewlehîya can  mecbûr dimînin ku wan pereyên ku tên teleb kirin bidin.

Hat ragihandin bi organîzeya  ji rêvebirên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê rêveberekî ku di asta jêr de ye û xwedî gotinê ye, ji midûrên şaredarîyê re zerfên zer hatine şandin  û ev zerf ji teref van midûran ve ji personelên ku di bin destê wan de dixebitin re hatine belavkirin û hat îddîakirin ji van kesên ku zerfên zer ji wan re hatine şandin ji hinekan meaşek, ji hinekan hezar lîre û ji hinekan jî 300 lîre hatiye xwestin.Hat destnîşankirin rêvebirê ku qala wî  berî niha hat kirin berî niha ji ber heman sûcê hatiye binçavkirin û hatiye serbestberdan.

Li Qoserê PKKyî ku hatibû xeracê berhev bike bi çeka xwe hat lêxistin

PKKyiyekî ku li navçeya Qosera Mêrdînê ji bo xeracê çûbû dikana esnafekî ji teref xwediyê dikanê ve ji lingê xwe hat lêxistin

Kesê bi navê S.A.yê ku hemwelatîyê Tirkiyê ye û li Elmanyayê hatiye dinyayê berî niha li navçeya Qosera Mêrdînê çûbû firmayeke otomotîvê ya ku li ser rêya Îpekyolu ye û ji xwediyê dikanê re makbuzek dirêj kiribû û jê re gotibû ku PKK jê re ceza biriye û ew jî hatiye vê cezayê tahsîl bike.

Xwediyê dikanê ji ber vê teleba kesê PKKyî destnîşan kiribû ku ew dê pere nedî wan û di navbera wî û kesê PKKyî de pevçûn derketibû. Di pevçûnê de xwediyê dikanê xwe çeng kiribû sileha di milê kesê PKKyî de û wî ji lingê wî birîndar kiribû.

Hinek kes ji ber ku nikarin ji heqê wan derkevin ji naçarî xeraca ku ji wan tê xwestin didin û hinek jî weke esnafê Qoserî li ber xwe didin û stûyê xwe li ber gefên PKK natewînin û xeracê nadin wan.

Her weke ku tê zanîn di 15ê Tîrmehê de bi piştevaniya Emrîka teşebûsa darbê hat kirin û ji ber vê yekê jî kêmasiya ewlehiyê derket holê.Tê diyarkirin PKKyiyên ku vê kêmasiyê ji xwe re wek fersendekê dibînin li bajarên cûrbecûr ji dikandarên xeracê berhev dikin.

Di derbarê vê mijarê de dikandarê bi navê A.C. yê ku li Mûşê ev bû demek dirêj karê dikandariyê dike destnîşan kir PKK vê kêmasiya ewlehiyê wek fersendê ji xwe re dibîne û ji ber vê yekê jî  zextan li dikandaran dike da ku ji rêxistinê re alîkariyê bikin.

“Dema ku bi terorîstên darbeker ve tê mijûl bûn divê ewlehîya heremê neyê îhmalkirin”

A.C. di derheqê mijarê de di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Rêxistin  nexasim piştî vê pêvajoya darbê cardin xwe berda sehê.Bi qasî ku min bihîstiye rêxistin heta niha ji gelek dikandaran xerac berhev kiriye, gefê li wan kesên ku nexwestine xerac bidin, xwarîye.Weke ku em dibînin PKK cardin dest bi birîna rêyan kir, dest bi zextan û teqandina bombeyan kir. Dema ku bi terorîstên darbeker ve tê mijûl bûn divê ewlehîya heremê neyê îhmalkirin.”

 “Digel pusulayên ku li ser wan Fermandariya Sehaya Serhedê hatiye nivîsandin tên ber devê derîyên me”

Kesê bi navê R.B. yê ku li Wanê dikandariyê dike jî diyar kir di nava vê heftiya dawî de rêxistin cardin xwe berda nava bajêran û însan û dikandarên bajêr tehdîd dike.R.B. her wiha daxwaz kir pêşîya vê yekê bê girtin da ku ev zext zêdetir nebin.

R.B. di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Digel pusulayên ku li ser wan Fermandariya Sehaya Serhedê hatiye nivîsandin tên ber devê derîyên me û gelek pereyên zêde ji me teleb dikin.Me mecbûr dihêlin ku em van pereyan bidin wan.Ger ku em van pereyan nedin, gefê li me dixwin û dibêjin  em ê dikanên we bişewitînin û we bikujin.Ev bû ew qas sal ku ez li Wanê dikandariyê dikim, lê ya rastî ez difikirim ku ji van deran biçim.Êdî bes e, hate qirikê.Di vê pêvajoya çareseriya ku bi hezaran kes jê tiştin hêvî dikir de jî gef û tehdîdên vê rêxistina zalim berdewam dikin.Lê wiha xuya dike ev kes digel teşebûsa darbê ji bo wê firseta ku ew li benda wê bûn dest bi hereketê kirin.”

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahadîn Demîrtaş di meha borî de hevpeyvînek dabû  rojnameyekê û di derbarê wan tayin kirina qayûma li ser şaredarîyên ku tê diyarkirin ji PKKê re alîkarî dikin de daxuyaniyan balkêş anîbûn ziman.

Demîrtaş: Karsazên Behrareşî li heremê gelek pereyên mezin dan PKKê

Demîrtaş  bi zimaneke eşkere negotibe jî qebûl kiribû ku PKK li heremê xeracê berhev dike û van tiştan anîbû ziman: “Ger ku hinek kes bi kirina alîkariyê ya ji PKKê re bên sucdarkirin, mesela dikarin ji karsazên Rîzeyî dest pê bikin.Nexasim karsazên Deryayareşî yên AKPyî yên ku li Rojhilat îhaleyên pir, bend, rê û tiştên din girtine… Erdogan navê van dizane.Ev kes li xwe venaşêrin ku ji PKKê  re alîkariyên mezin kirine.Ew kes vê yekê di babê giliyê de  ji Erdogan re gotine ‘Ger em bacê nedin PKKê em nikarin li wê derê bixebitin.’Erdogan jî vê yekê di civînan de bi şikleke neeşkere diyar dikir ku ev yek nayê astengkirin.Ma ew ê qayûmê tayînî li wan şîrketan jî bikin? Lewra bi qasî ku ez dizanim ew şîrket gelek pereyên mezin dan PKKê.Ez nizanim bi dilê xwe dane an jî bi zorê.Lê ger ku ew ê qayûmê tayîn bikin ger ku mimkûn be bila tayînî li ser wan şîrketên mezin ên AKPyî bikin.”

“Dikandar digel pusulayên xeracê diçin Duhok, Zaxo û Feraşînê”

Li heremê ji teref PKKê ve gelek pusulayên xeracê ji gelek sazkaran re tên şandin  û ew kesên sazkar ên ku pere jê hatine telebkirin ji mecbûrî di wextên ku ji wan re hatiye gotin de diçin Duhok, Feraşîn û Zaxoyê  û wê xeraca ku ji wan hatiye xwestin didin PKKê.(ÎLKHA)