Rêzika di derheqê îstîxdama mamosteyên sozdanî de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Dê hilgirtin di meha sibatê de gor encama KPSSê pêk were.
Şert û mercên serîlêdanê
Divê ku bername gor gor tayînkirina mamostetiyê ya ku ji teref Wezîrtiyê ve hatiye tespîtkirin bibe û gor beşa ku dê were tayînkirin bibe.
Divê ku perwerdehiya xwe ya formasyona pedagojîkê bi şiklekî serkeftî qedandibe.
Divê kesên ku di derveya welat de mezûn bûye belgeyên wî û belgeyên dera ku dê were tayînkirin hev bigire (wekê nimreya krediyê)
Divê ku puana KPSSyê ya ji bo tayînkirinê hatiye diyarkirin sitandibe
Divê cezayekî ya ku hewce dike ji îşê mamostetiyê an jî memûrtiyê derkeve nesitandibe
Serîlêdan
Kesên ku xwediyê şert û mercên di rêzikê de hatine diyarkirin in dê bikaribe di heyama ku hatiye diyarkirin de serîladan bike. Kesên ku wek çavkanî ji yekî zêde xweperwerdeyiya wî heye bes dikare serî li beşekî bide.
Mijarên azmûna devkî
Dê mijarên azmûna devkî û rêjeya wî wiha bibe: Derkkirin û kurtasîkirina mijarê, qabiliyeta îfadeyê û mihekemekirin di sedan de 25, qabiliyeta serkeftin û îqnakirinê di sedan de 25, têkiliya wî ya bi teknolojî û sanistê re di sedan de 25 û xîtabeta wî ya hemberê civakê di sedan de 25.
Serîlêdana tayînê û tercîh
Dê serîladan tayînê ji dema eşkerekirina encamên azmûna devkî heta dema ku dê were diyarkirin bibe û ev serîlêdan li ser malpera elektronîkî pêk were.
Kesa ku dixwaze serî li mamostetiya sozdanî bide dê 20 tercîhan bike. (ÎLKHA)