Di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeyê ya 15ê Tîrmehê de rêvebirên Holdînga Boydakê yên bi navê Şukru Boydak, Îlyas Boydak û Bekîr Boydak ên ku hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.

Bi binasiya ku piştgiriya aboriyê didin PDY/FETOyê 5 gumanbar hatibûn binçavkirin. Serokê Lijneya Rêvebirê Holdînga Boydakê û Serokê Odaya Pîşesaziya Qeyseriyê Mustafa Boydak û rêvebirê holdîngê Halît Bayhan bi şertê kontrola adlî hatin serbestberdan lê rêvebirên Holdînga Boydakê yên bi navê Şukru Boydak, Îlyas Boydak û Bekîr Boydak ên ku hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin. (ÎLKHA)