11 eskerên fîrarî  yên ku di êvara teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê  de êrîş biribûn li ser otela ku Serokomar Recep Tayîp Erdogan lê dima, di operasyonên ku hatin kirin de li navçeya Ulaya Muglayê hatin girtin.

Eskerên darbeker ên ku êrîş biribûn li ser otele, pişt re reviyabûn û şopên xwe dabûn windakirin.11 eskerên darbeker ên ku piştî êrîşê reviyabûn digel operasyona ku hat kirin re li navçeya Ulaya Muglayê hatin girtin.

Waliyê Muglayê Amîr Çîçek di derbarê mijarê de destnîşan kir di nava eskerên ku hatine girtin de Serdar Şikrî Segmenê ku serê eskerên êrîşkar bû jî heye.(ÎLKHA)