Di çarçoveya lêpirsîna ku di derheqê teşebûsa darbê ya FETO ya ku bi piştevaniya Emrîkayê hat kirin de li Diyarbekirê 3 hakimên ku hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.

Ji 47 hakim û dozgerên ku ji peywirê hatine dûrxistin 4 kes piştî jêpirsînên xwe sewqî mehkemê hatin kirin.Mehkemê di derheqê 3 hakiman de qerara girtinê da û hakimê din jî bi şerta kontrola edlî serbest berda.(ÎLKHA)