Kavirê Katorî yê ku xasî Midyadê ye û wek ‘Gewherê Spî’ tên binavkirin him li nava welêt û him jî li derveyê welêt balan dikşîne li ser xwe piştî ku li fabrîkayan tê neqişandin ji derveyê welêt re tê îxraçkirin.Kevirê Katoriyê bi taybet jî li hundir û derveyê avahiyan tê bikaranîn.
Kevirê Katoriyê her çi qas sal ji ser derbas dibe ew qas bi hêztir dibe û her wiha ji ber taybetiya xwe, zivistanê avahiyan germ û havînê jî hênik digre û her wiha fêdê dide tendurîstiya mirovan jî.
“Kevirê Katoriyê di her avahiyê de dikare bê bikaranîn”
Kevirê Katoriyê yê ku hema hema li her deran dikare bê bikaranîn ji ber ku jê re teleb zêde dibe êdî ji xeynî kargehên biçûk her wiha li fabrîkayên mezin jî tê hilberandin û dû re jî ji weletên Ewrûpayê re tê îxraçkirin.
“Tiştekî ji xwezayîbûna xwe winda nake”
Kesê bi navê Muzaffer Demîr ê ku li madena kevirên Katoriyê dixebite diyar kir kevir piştî ku wek bloke tên jêkirin re li fabrîkê tên neqişandin.Demîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi mekîneyên mezin weke ku em dixwazin şiklê didin keviran.Ev kevir di serî de li mizgeft û her wiha di zanîngeh, otel, vîlla û di avahiyên din de tê bikaranîn.Sed sal jî ji ser derbas bibe dîsa jî tiştekî ji xwezayîbûna xwe winda nake.Ji hêla tendurîstiyê ve jî pir bi fêde ye.Malûm e herema me pir germ e.Taybetiyeke din a van keviran avahiyên ku pê hatine çêkirin havînan hênik û zivistanan jî germ digre.Xweda Teala nanê me ji vî kevirî bi me dide derxistin.”(ÎLKHA)