Ji ber ku hewa gerim bûye di serî de zarok gelê Wanê berê xwe didin sahîlê. Lê ji ber ku li sahîlê qirş û qal zêde ye û wezîfedar vê qirşê berhev nakin tendirustiya zarokên ku di golê de sobarî dikin bi xeterê re rû bi rû dimîne.
Gelê Wanê di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî. Gel destnîşan kir ku mirov nikare ji qirêjayê biçe sahîlê. Ji ber vê yekê ew wek niştecî endîşedar in ku zarokên wan nexweş bikevin.
Ji nişteciyan Îzzet Yilmaz ragihand ku sahil pir xweş e lê ji ber ku qirş nayê berhevkirin sahil qirêj e û ew nikarin herin wir.
Yilmaz wiha axivî: “Sahîla Îskelê pir xweş e lê paqijî tune. Sahil 2-3 meh carek tê paqijkirin. Wekê ku hûn dibînin paqijî kafî nîne. Tevahiya sahîlê pir qirêj e. Digel qirêjiya golê zarok diçin sobarî dikin. Rastî ev yek tiştekî baş nîne. Lewra ji ber ku tevahiya sahîlê nayê paqijkirin ev yek dibe sedema nexweşiyê. Ji xwe sahîl qirêj e. Baş nîne ku zarok bi vî şiklê têkevin golê.”
“Divê ku golekî wiha xweşik wiha qirêj nebe”
Veysel Guneşê 24 salî diyar kir oir ecêb e ku ev gol wiha qirêj e. Divê ku golekî wiha xweşik wiha qirêj nebe. Dûvre Guneş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke ku ev qirêjayiya li sahîlê were paqijkirin dê çêtir bibe. Gola Wanê li Tirkiyê gola herî mezin e û golekî pir xweş e. Ez li gelek bajarên Rojavaya Tirkiyê zivirîm. Bawer bikin heke ev gol li Rojavayê bûbûya dê xweştir û paqijtir bûbûya. Her wiha gol jî wiha nedibûya. Bi rastî pir ecêb e ku ev gol di vî rewşê de ye.”
Eren Arastekînê biçûk jî diyar kir ji ber ku wî di golê de sobarî kiriye ew nexweş ketiye. Dûvre Arastekînê biçûk wiha axivî: “Heke qirêjayiyên di golan de nebûya dê xweştir bûbûya û di şûna çûna hewzê de dê ez her tim bihatima vir. Ji ber ku ez xwe li golê didim ez nexweş dikevim.” (ÎLKHA)