Li Diyarbekirê otomobîl û mîdîbusek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de  2 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza di derdora seat 19.00an de li ser 25emîn kîlometreya rêbeja Diyarbekir-Elezîzê pêk hat. Di qezaya ku pêk hat de kesê bi navê Çagri Onur Gulenay û kesê li ba wî jiyana xwe ji dest dan û 2 jê giran tevde 9 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)