Serkantiya Giştî ya Leşkerî di derheqê êrîşa navçeya Erdîşa Wanê ya ku ji teref PKKyiyan ve di derdora saet 00.20an de bi wesayîta bommbebarkirî li qereqola cendirmeyan hatibû kirin de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê wiha hat diyarkirin: “Di 10ê Tîrmeha 2016an roja yekşemê di derdora saet 00.20yan de li Erdîşa Wanê ji teref terorîstên mensûbê rêxistina terorê ve êrîşa wesatîta bombebarkirî li qereqola cendirmeyan hatiye kirin. Di encama êrîşa xayîn de leşkerek û gundparêzek şehît bûne û 10 leşker û 5 gundparêz jî birîndar bûne. Birîndaran demildest rakirine nexweşxaneyê. Dermankirina wan didome.” (ÎLKHA)