Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di derdora seat 01.00an de Li Taxa Paya girêdayê navçeya Erdîşa Wanê PKKyiyan bi wesayîta bombebarkirî êrîş birin li ser qereqola cendirmeyan.
Li gor îddîayan wesayîta bombebarkirî ji teref eskeran ve berî niha hat dîtin û li ji teref eskeran ve ji kesên PKKyî re îqaza bisekine hat kirin.Lê kesên PKKyî guh nedan îqazê û wesayîta bombebarkirî teqandin.
Di encama teqînê de eskerek jiyana xwe ji dest da û 11 esker jî birîndar bûn.Piştî êrîşê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û li heremê jî operasyoneke berfireh hat destpêkirin.(ÎLKHA)