Nivîskar û rojnamevavên ku di salvegera Şehadeta Şêx Seîdî ya ku di 28ê Hezîrana 1925an de pêk hat de axivîn. Wan bal kişandin ser qiyama Şêx Seîd û destnîşan kirin ku armanca Qiyama Şêx Seîdî her tim hatiye berevajîkirin.

Di derbarê mijarê de Nivîskarê pirtûka ‘Pîran’dan Yukselen Feryat’î Sadullah Aydin û Rojnamevan Mehmet Baran ji ÎLKHAyê re axivîn. Wan diyar kirin ku Qiyama Şêx Seîd dişibihe Qiyama Hz Huseyîn.

Aydin wiha axivî: “Qiyama Şêx Seîd ew mijar e ku li serê gelek nîqaş tên kirin û hewl tê dayîn ku vê qiyamê veşêrin. Ev qiyam wek ajantiya Kurdayetî û Îngîlîzî tê dîtin. Pirtûkên ku bi şiklekî baş qala aiyama Şêx Seîd dikin kêm in. Ji dewra komarê pê ve ev qiyam hatiye berevajîkirin. Di derbarê vê mijarê de min bi navê ‘Pîran’dan Yukselen Feryat’ pirtûkek nivîsî. Di derbarê mijarê de min lêkolînên cidî kiriye.”

 “Rêvebertiyekê ya ku tehemula wê ji bêhna Îslamê re tune bû hat serê pêşewatiyê”

Aydin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî îşqalkirina welatên Îslamî Cengên xelasiyê dest pê kir. Rojava fêm kirin ku dê bi zext û çekan ji heqê Mislimanan dernekevin û wan nemijin. Dûvre wan bi destî maşeyên mehelî yên girêdayê Xerbê di şûna xwe de hêştin û çûn. Li Tirkiyê jî heman tişt çêbû. Rêvebertiya dijminê Îslamê û alîgirê Xerbê hişmendiya Kemalîst hat serê rêvebiriyê. Li ser navê Îslamê çi hebû qedexe kirin.”

 “Qiyama Şêx Seîd qiyamekê Îslamî bû”

Aydin bal kişand ku wek her derê cîhanê li Tirkiyê jî rêber û pêşewanên Îslamê qiyam kirine. Dûvre Aydin wiha pê de çû: “Ji van qiyaman yekî jî qiyama Şêx Seîd e. Bê guman ev qiyam Îslamî ye. Ev qiyam ji bo ku ji nû ve şerîat were û dîn were îhyakirin bû. Vê yekê Şêx Seîd çend car di dadgehê de dibêje. Ew dibêje; ‘Qiyam û mirina min jî ji bo Xweda û Îslamê ye. Ji ber vê yekê ez natirsim ku dê werim daliqandin.’”

 “Şêx Seîd Kurd bû lê Kurdayetî nedikir”

Aydin wiha li axavtina xwe zêde ki: “Him rejîm, him Rojava û him jî hişmendiyên ku Kurdayetî dikin îftîra kirine. Rejîm li Rojavayê Qiyama Şêx Seîd wek lipaşmayî Îsalmî û dînî dihesibîne. Gelê me jî vê yekê wekê xulamtiya Îngîlîz û Rojavayê dide nîşandan. Şêx Seîd Kurdê, ehlê terîqetê  bû lê Kurdayetî nedikir. Ev qiyamekî Îslamî bû.”

Aydin bal kişand gelek sedemên vê têkçûnê heye. Dûvre wiha ragihand: “Qiyam hêj baş nehatibû fêmkirin. Şêx Seîd mecbûr ma ku serhildan bike. Şêx Seîd ji ber rejîmê mecbûr ma serhildan kir. sedemekê din jî ew bû ku rîsipiyên herêmê bi dewletê re hevkarî kirin û Şêx Seîdî tenê hêştin. Seemakê din jî ew bû ku bingeha binesaziya gel tunebû û baş nehatibûn organîzekirin. Lê gor min sedema herî mezin ew bû dema ku qiyam di qonaxa amadehiyê de bû bi zext û zordestiya rejîmê ew mecbûr man ku serhildan bikin.

Rojnamevan Mehmet Baranê ku di derhaqê Qiyama Şêx Seîd û piştî qiyamê de lêkolîn kiriye diyar kir ku Şêx Seîd bi vê qiyamê gel bandordar kiriye.

Baran diyar kir ku Qiyama Şêx Seîd hewce dikir. Dûvre Baran wiha destnîşan kir: “Lewra Misliman dihatn mijandin. Dê hesasiyetên Îslamî bihatbana rakirin. Qiyama Hz Huseyîn bi çi armancê bû bi heman şiklê armanca Qiyama Şêx Seîd jî bi heman awayê bû. Hz Huseyîn dizaniya ku dê wî şehîd bikin. Lê dîsa qiyam kir. Bi vê qiyaşmê ji bo Mislimanan rêyeke nû hat vekirin. Yanê di Îslamê de ji Yezîda ku eraqê vedixwar û çi fiîliyatên dereîslamî hebûn dikir re bîat tunebû. Hewce dikir ku Hz Huseyîn vê qiaymê pêk bîne. Heke qiyam nekiraba dê ji bo Mislimanan paşerojekî xirab bimanibûya.”

“Şêx Seîd bi Qiyama xwe ji neslan re dîrok û paşarojeke namdar hiştiye”

Baran di berdewama axavtina xwe de diyar kir Şêx Seîd mirinê da ber çavê xwe qiyam kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dewleta Osmaniyan ji temamê alema Îslamê re xalîfetî kir.Mustafa Kemal ji bona ku van axan ji Îslamê dûr bike dixebitî.Ango em ji bona Yezîd çi dibêjin bi heman awayî  dikarin ji Mustafa Kemal re jî bibêjin.Kesekî îçkîvexwar, bênimêj û bê niyaz ê ku pêlîstoka hinek kesan bû û hewil dida da ku beldeyên Îslamê ji Îslamê dûr bike. Şêx Seîd mirinê da ber çavê xwe qiyam kir.Hinek çavkanî û hinek şahid dibêjin ku Şêx Seîd di xewna xwe de dibîne ku li Qada Dagkapiyê tê îdamkirin, lê Şêx Seîd dîsa dev ji qiyama xwe bernade.Dîsa hinek kes jê re gotine ku ‘ Vê neke , heger ku tu bikî ew ê însan bimirin’ wê demê Şêx Seîd jî wiha bersiva wan daye ‘Heke tu kes tunebe û ez tenê bimînim ez ê dîsa digel gopala xwe qiyam bikim.’ Ango qiyam ji vî rexî ve dişibihe  qiyama H.z. Huseyîn. Şêx Seîd bi qiyama xwe ji neslan re dîrok û paşarojeke bi şan û namdar hiştiye.Ev yek jî ew ê nîşan bide ku li ber zilmê ser nayê tewandin û ew ê nîşan bide li dijî zaliman bi izzet bê sekinîn.Ev yek jî exlaqê aliman e.”

Baran di berdewama axavtina xwe de diyar kir qiyama Şêx Seîd ji hereketên Îslamî re dibe çavkanî û jêder.

 “Ji ser vê qiyama bi şeref hareketên Îslamî geş bûn”

Baran di berdewama axavtina xwe de diyar ki qiyama Şêx Seîd ji nifşên nû re xelet tê neqilkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Komara Tirkiyê ya rastir temamê dewletan dîrokên xwe ji xwendevanên ber destê xwe re weke ku dixwazin tînin ziman.Di kitêbên dîrokê di derheqê Şêx Seîd de tê gotin ku ew ajanê Îngîlîzan e, Îngîlîz wî li dijî Tirkiyê di warê Kerkuk-Musulê de wek kozekî bi kar anîne .Bi vî awayî tiştê xelet tên neqilkirin û Komara Tirkiyê heqdar tê nîşandan.Teqez  her du mesele jî îftîra ne.Min vê meselê ji kesên şahid ên ku ji bav û kalên xwe guhdar kirine hîn bûm ku bav û kalên wan digel Şêx Seîd mucadele kirine.”

 “Terefek navê Şêx Seîd ji bo xwe bi kar tîne terefa din jî ji bona bêbextiyan lê bikin li ser navê wî îftîrayan dikin.”

Baran di dawiya axavtina xwe diyar kir qiyama Şêx Seîd qiyameke nîjadî nîn bû û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di qiyama Şêx Seîd de hesasiyetên Îslamî hene.Şêx Seîd nexasim gotibû ‘Ez ji bo Xweda û ji bo îlayî kelîmatullah rabûm qiyamê.’ û xwestibû vê yekê qeyd bikin. Terefek navê Şêx Seîd ji bo xwe bi kar tîne terefa din jî ji bona bêbextiyan lê bikin li ser navê wî îftîrayan dikin.Qiyama Şêx Seîd qiyameke muhterem e ku divê em pê ser bilind bin.Qiyam her çi qas bi ser neketibe jî ew bi izzet li berxwedan  û xwe nefirotin zilm û zaliman.Çawa ku Hz. Huseyîn ji Yezîd re bîat nekiribe û xwe ji bi izzeta Mislimanan re feda kiribe, heman tiştê Şêx Seîd jî kir.”(ÎLKHA)