ÎHO-EBRARa ku navenda wê li Hollandayê ye û wek saziyek navneteweyî karûbarên xwe bir ê ve dibe alîkariya xwe yên li feqîr û belengazên çarterefê cîhanê didomîne.
ÎHO-EBRAR di bergeha sofreyên îftarê de li Flîpînan bernamekê li dar xist. Sazî wek her derê li Flîpînê jî alîkariya malbat û kesên mexdûr kir û di Meha Remezanê de wek alîkarî xwarina gerim li feqîran belav kir.
Serokê Giştî yê ÎHO-EBRARê Dr. Abdurrahman Alpsoy diyar kir ku armanca wan ew e ku xwedî li feqîrên çarterefê cîhanê derkevin. Dûvre Alpsoy wiha pê de çû: “Alîkariyên me yên Meha Remezanê bê navber didome. Em bi xêrxwaz û dldarên xwe hewl didin ku zêdetir alîkarî li feqîr û fuqaran bikin. Ez kesên ku maddî û menewî alîkarî li feqîran kiriye re teşekur dikim.” (ÎLKHA)