Siyasetmedarên Kurd ên Sûriyeyî diyar kirin ev polîtîkayên ku ji teref PYDê ve li ser navê Kurdan tê rêvebirin bes xizmeta ji emperyalîstan re ye. Wek siyasetmedar wan destnîşan kirin divê ku PYD dev ji vê polîtîkayên çewt berde.

Wekê ku tê zanîn li Sûrî şer ji sala 2011an pê ve dest pê kir û bê navber heta îro domî û hêj jî didome. Ev yek jî bû sedema texrîbat û kavilbûna Sûrî û Misliman wek mexdûr vê êş û janê heta bimrin ji bîr ve nakin. Mexdûrê vê şerê ya herî mezin gelê Kurd ên Misliman e.

Ji ber polîtîkayên zextî yên rejîm û PYDya ku şaxa PKKê ya li Sûrî ye bi hezaran Kurd ji mal û warên xwe bûn. Li Kurdistana Sûrî di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amereîka û Ûris piştgirî didin PYDê û wê wek rêxistin dixin bin zepta xwe. PYD jî zext û îşkenceyan li kesên ku wekê wê nafikire dike.

Her wiha ji ber zexta PYDê di serî de Tirkiye siyasetmedarên ku li welatên hawîrdor sitirîne nikarin dûbare vegerin welatên xwe. Di derheqê dabaş mijarê de siyasetmedarên Kurd ji ÎLKHAyê re axivîn.

 “Gelek kesên ku îro di zindanên PYDê de ne endamên ENKSê ne”

Berdevkê ENKSê Fuad Elîko destnîşan kir PYD kontrola Kurdistana Sûrî bi zora çekan bi dest xistiye û bi taybet li siyasetmedaran zext tê kirin. Dûvre Elîko wiha axivî: “Di gel zexta PYDê em hewl didin ku siyasetê bikin. PYD, ji xeynî xwe tu kesî qebûl nake. Dixwaze ku herkes wekê wê bifikire. Ji ber vê yekê jî PYD zext li ENKSê dike. Gelek kesên ku îro di zindanên PYDê de ne endamên ENKSê ne. Li Afrînê bi navê Abdurrahman Abo hevalekî me di zindanê de ye. Ya xirabtir ew e ku lawê wî jî bi zorî birine şerê. Ev nayê fêmkirin. Hûn ji bavê wî re dibêjin xiyanetê dike û hûn lawê wî jî bi zorî dibin şerê. Dîsa li Amûdê 4 hevalên me yên ku ji rêvebirên Partiya Yekîtiya Kurd a li Sûrî ye Enver Naso, Abdulîllah Xoce û dîsa li Amûdê ji rîsipiyan Muhsîn Xalef û Ridvan Hemo ev demekî dirêj e ku wek binçav tên girtin. Ji van bes Abdulîllah Xoce hat serbest berdan.”

 “Çima ji bo projeyên DYA û Ûris ciwanên me tên kuştin”

Elîko bal kişand ku YPG ji bo gelê Kurd ên Sûrî naxebite berevajî ew ji bo Ûris û DYAyê dixebite. Dûvre Elîko wiha pê de çû: “PYD, naxwaze ku tu kes ji wan cuda bifikire û li dijî wan siyasetê bike. Ev bi rejîmê re hereket dikin. Di nabeyna wan û rejîmê de itîfaq heye. Karên ku rejîm nake PYD dike û wek xizmet ji bo rejîmê zextê li ENKSê dike. Hêzên wekê DYA û Ûris îro ji bo projeyên xwe PYDê wek maşe bikar tîne. Êrîşên li Rakka û Membîçê ji bo Kurdan nîne. Çi karê me li Rakka û Membîçê heye? Çima ji bo projeyên DYA û Ûris ciwanên me tên kuştin. Azadkirina Rakka û Membîçê wezîfa gelê wir e. Çûna gelê Kurd a li wir bes dijmintiya di nabeyna Kurd û Ereban de zêdetir dike.”

 “PYD, erdnîgara Kurdan bi zora çekan di destê xwe de digire”

Elîko wiha li axavtina xwe zêde kir: “PYD belkû niha bes nûnertiya ji sedan 20î dike lê beriya şoreşa Sûrî ev rêje bes ji sedan 5 bû. PYD gelek kesan bi pereyan distîne û gelek kesan jî bi zextan kişand cem xwe. Lewra îro li Sûrî dengê çekê blind derdikeve. Çawa derên ku îro di bin kontrola DAÎŞ û Nusrayê de ye gor daxwaziya gel nîne erdnîgara ku di bin kontrola PYDê de ye jî bi zora çekan hatiye bidestxistin. Ev yek bi zora çekan pêk hatiye. Ji ber vê yekê di vî rewşê de divê ku neyê zanîn ku PYD nûnertiya hemî Kurdan dike. Lê ez bawer dikim ku gelê Kurd alîgirê ENKSê ye. Li cem çekan nîne. Tu hêzên çekî mayînde nîne ku PYD jî wek mayînde bimîne.”

 “40-50 sal bû ku Kurd dûçare zulme ne îro jî zulma PYDê dest pê kir”

Ji rîsipiyan Nivîskar Dr. Amuhemmed El Nakşîbendî jî mijarê wiha nirxand: “Armanca me ew e ku em hemî pirsgirêkên aborî, civakî yên vê gelê mezlûm û belengaz çareser bikin. Armanca me ew e ku em mafên însan û mirivahiyê dûbare bidest bixin. Rewşa Kurdên Sûrî qet baş nîne. Kurdên Sûrî ev 40-50 sal bû ku Kurd dûçare zulme ne îro jî zulma PYDê dest pê kir. Gelê Kurd belengaz e û bedel daye. Ji ber vê yekê em dixwazin vê zulmê di çarçova biratiyê de çareser bikin. PYD ji xeynî hişmendiya xwe tu kesî qebûl nake. Ev çewt e. Mixabin ew yekitiya vê gelê naxweze.”

 “PYD, ji xeynî xwe tu hêzên siyasî û leşkerî naxwaze”

Ji berdevkên Civatiya Kurdên Serbixwe yên Sûrî Parêzer Redîf Mistefa jî di derhaqê di derbarê zulma Kurdan de wiha axivî: “Dema ku li Sûrî serhildana azadiyê dest pê kir em ji terefê PYDê nebûn. Em jî perçekî serhildana azadiyê bûn. PYD bi rejîmê re hevkarî kir. Rastî ji xwe PYD ji bo me partiyekê xwedî tecrübe ya Kurdan nîne. PYD bi zorê gel dide koçkirin û siyasiyan binçav dike. Li Afrîn û Qamişloyê gelek rêvebirên payebilind ên ENKSê binçav dike. PYD, ji xeynî xwe tu hêzên siyasî û leşkerî naxwaze. Ya duyemîn PYD helwesta xwe ya di derbarê şoreşa Sûrî de hêj jî eşkere nekiriye. Hertim îftira li şoreşê kir û şoreşê wek terora Îslamî tel’în kir.”

 “Tu dewlet an jî hikûmet piştgirî nedaye me”

Mistefa bal kişand ku ji xeynî piştgiriya siyasî û menewî ya ENKSê tu kesî piştgirî nedaye wan. Dûvre Mistefa wiha ragihand: “Tu dewlet an jî hikûmet piştgirî nedaye me. Dibe ku em wek penaber li Tirkiyê Sitirîne. Em di derbarê vê yekê de hi m ji Tirkiye û him jî ji gelê wê re teşekûr dikin. Me li Tirkiyê kongrekî li darxist. Lê me vê yekê teleb nekiribû. Tirkiye vê teleb kir.”

 Mistefa bal kişand PYD kesên ku wekê wê nefikire xaîn û hevkarî îlan dike. Dûvre Mistefa wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev taybetiyekî PYDyê ye. Têkilî û rengê PYDê Kurdistanî nîne. Dema ku PKK jî li Tirkiyê hat sazkirin partiyên din ji holê rakir. Heman rewş li Sûrî çêbû. PYD li Sûrî partî û tevgerên Kurd ên din wek nûnerê Kurdan nehesiband û me wek dijmin hesiband. Bernamekê eşkere û bi rêk û pêk ya di derbarê Kurdan de tune.”

 “Kesên ku ji tirsa DAÎŞê revîne ji tirsa PYDê newêrin vegerin”

Ji siyasetmedarên Partiya Yekitiya Kurd Li Sûriyê (Yekîtî) Mistefa Bekr (Bavê Brusk) jî wiha diyar kir: “PYD, li Sûrî ji xeynî xwe tu fikr û ramanê qebûl nake. Piştî ku şoreşa Sûrî dest pê kir PYD piştgirî da rejîma ku çendîn sal e xwîna Kurdan dimije. Zextên xwe yên li kesên ku piştgirî dide şoreşê zêde kir. Kesên ku dûçarê zulma rejîmê bûbûn vê carê jî dûçarê zulma PYDê bûn. Kesên ku ji tirsa DAÎŞê revîne ji tirsa PYDê newêrin vegerin. Niha gelek pêşmergeyên me di Kurdistana Iraqê de dimînin. PYD destûr nade ku ew vegerin.” (ÎLKHA)