Li rexekî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve berdewam dike û ji rexê din ve jî hat hînbûn ku rêbeja Nisêbîn-Midyadê ji trafîkê re hatiye girtin.

Li Nisêbînê ev bû 104 roj ku qedexeya derketina derve berdewam dike.Ji ber qedexê, têketin û derketina navçê qedexeye.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin rêbeja Nisêbîn-Midyadê ji trafîkê re hatiye girtin.Tê diyarkirin sedema girtina rê ji ber kontrolkirina ewlehîya navçê ye.(ÎLKHA)