Şaxa Diyarbekirê ya Cemiyeta Mustezefan bernameya fitarê li dar xist. Partiyên siyasî, rîsipî û alimên herêmê, Saziyên Civakê yên Siwîl û dildarên cemiyetê beşdarê bernamê bûn.
Di bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir de Serokê Cemiyeta Mustezefan ê Şaxa Diyarbekirê Osman Aktaş axivî. Aktaş ragihand ku bi minasebeta Meha Remezanê dûbare helqeya biratiyê sazkirine.
“Ji ber ku em di gelek qadan de xizmetên Îslamî pêk tînin em pir şanaz in”
Aktaş bal kişand ku wan di sala 2004an de wek komele bi navê Mustazaf-Der dest bi xebatên Îslamî kirine. Dûvre Aktaş wiha pê de çû: “Lê piştî ku komeleya me hat girtin jî me dev ji karên xwe bernedan û me wek Cemiyeta Mustezefan rêya xwe meşand. Hemd ji Xweda re ku me bi xebatên xwe di demekî kurt de ji însanên xwe re xizmetan kir. Em bi vê yekê şanaz in. Bi wesîla Platforma Evîndarên Pêxember ê ku em wek cemiyet endamê wê ne me di qadan de wek meşreb, camie û mezheb hezkirina Pêxember anî ziman. Platforma Alîkariya Umut-Kervani ya ku em endamê wê ne alîkariya gelek feqîr û fuqaran kir. Platforma Nifşa Qur’anê însanan bi Qur’anê re da naskirin û her wiha wek Platforma Qudsa Azad em xwedî li doza Filîstînê derketin û me bal kişîand ser Siyonîsta kul i qiblegeha ewil en Mislimanan terortî dike.”
“Li dijî zilm u zaliman em bûn yek û derketin meydanan”
Aktaş diyar kir ku wek STK ew dijî îfsadkirina civakê bûne wekê mertal. Dûvre Aktaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek STKyên Îslamî yên Diyarbekirê em li dijî zilmên ku li Misir, Sûrî, Bangladeş û Myanmarê dihat kirin bûn mertal û sed û em derketin meydanan. Em li dijî hêzên tarî yên ku dixwezin civakê îfsad bikin bûn dîwar. Her wiha me alîkariya gelê ku li herêmê ji ber siyaseta çal û kortan mexdûr bûne kir.”
“Meha Remezanê bes ew nîne ku mirov di demekî diyar de bimîne birçî”
Aktaş wiha pê de çû: “Em bi fitariyê îklîma rehmetek din jî dijîn. Wekê ku hûn dizanin Resûlê Ekrem vê mehê wek meha Ummetê tarif dike. Kesên Misliman hewl didin ku di vî mehê de ji Xweda re bibin evd. Di serî de rojî; di mizgeftan de ji bo Qur’ana Pîroz dibin helqe helqe, di nimêja terawîhan de dibin yek, bi sineta îtîqafê wek manewî bilind dibin û bi şeva Leyletu’l Qedrê ya ku ji hezar mehan xêrtir e ji aliyê Îrfanê ve bigihêjin asta herî bilind. Meha Remezanê bes ew nîne ku mirov di demekî diyar de bimîne birçî. Ji ber vê yekê sofreyên fitarê bes sofreyên xwarinê nînin. Çawa ku rojî bes birçîbûn nîne bi heman şiklê fitarî jî bes xwarin û vexwarin nîne.” (ÎLKHA)