Hat ragihandin li navçeya Mehserta Mêrdînê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li qereqola cendirmeyan hat kirin.Di êrîşê de şifêrê TIRê jiyana xwe ji dest da û 3 jê esker û 9 jê siwîl tevde 12 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Ji ber êrîşa ku hat kirin li hawirdorê tedbirên ewlehiyê hatin girtin.(ÎLKHA)