Li gor agahiyên ku hatine wergirtin agirê firêzê di wextên êvarî de pêşî li gundê Korosuyê derket.Dû re agir ji ber tesîra bayê li derdorê belav bû û gihaşte gundên Yarîmce, Emoerban û Boxaziya Mezin.

Gundiyan ji bo agir bitefînin seferber bûn.Hat hînbûn ji ber bayê agir li heremeke gelekî berfireh belav bû û di agirê ku derket de bi hezaran ton ka bû xwelî û 4 mal jî şewitîn.

Gundî hêj hewil didin da ku agir bitefînin.(ÎLKHA)