Ji roja qedexeya girtina masiyan vir ve her roja ku derbas dibû bihaya masiyan zêde dibû. Di vê demsala ku tê de girtina masiyan qedexeye de dihat diyarkirin ku ew ê bihaya masiyan zêde bibe lê bi hatina meha Remezanê bihaya masiyan zêde nebû berewajî bihaya masiyan kêm bû.Dikandarên Pazara Masiyan a Mêrsînê di derbarê mijarê de diyar kirin di vê mehê de masî pir û erzan in û bang li xelkê kirin da ku masiyên erzan karibin bixwin.
Alîkarê Serokê Komeleya Masîgirên Mêrsînê Adnan Polat di derbarê bihaya masiyan de diyar kir kiloya sardalayayê 5, levrek 10 û ya çuprayê jî 17 lîre ye.Polat di berdewama axavtina xwe de qala feydeyên masiyan kir û got divê em qedr û qiymeta vê yekê zanibin.(ÎLKHA)