Bi taybet di bajarên herêma başûra rojhilatê de di pêvajoya pevçûnan de Koreyiyên ku kom bi kom karûbarên mîsyonertiyê dikin hest û ramanên gel dejenere dikin.

Mîsyonerên ku li Diyarbekirê parq, baxçe, qantînên zanîngehan, xirabeyên bajaran û herî dawî jî nexweşxaneyan ji xwe re dikirin mesken di Meha Remezana mibarek de diçin cem însanan û ji wan re dibêjin ‘Îsa, kurê Xweda ye, di şûna Muhemmed de bawerî bi Îsa bînin.’

Gelê ku dibin şahidê van pirsgirêkan diyar kirin ku ev yek bi tu wechê nabe ku bê qebûlkirin. Ji ber vî yekê wan wek gel destnîşan kirin divê ku demildest rêvebir midaxale li vê yekê bikin.

Her wiha ev mîsyonerên Koreyî yên ku di vî pêvajoya pevçûnan de li bajarên wekê Riha, Diyarbekir, Wan û Êlihê fealiyetên xwe yên mîsyonertiyê didomînin li tax û kûçeyên ku nêzê derên ku şer didomin mal kirê dikin. Ev yek jî balkêş e.

Wekê ku tê bibîranîn dema ku li Taxa Kaynartepeya girêdayê navçeya Baxlara Diyarbekirê him qedexeya derketina derve him jî şer didomiya di wan rojan de mîsyoner bi taybet hatibûn herêmê zarokan komê hev dikirin, îşareta zaferê bi wan didan kirin û wêne û vîdyoyan dikişandin.

Her wiha tê zanîn ku geh geh ev mîsyoner di kûçe û kolanan de Încîl belav dikirin û bi vî yekê re jî propexendeya Xirîstiyantiyê dikirin.

Ev mîsyonerên ku nayê zanîn bi çi wechê û bi kîjan sifetê hatine vir û kîne diyar dikin ku ew xwendekar in. Wekê ku tê bibîranîn ev kes di hinek bajaran de jî bi piştgiriya PKKê di jêrzemînên apartimanan de dêr vekiribûn û ev di çapemeniyê de jî hatibû parvekirin. Ev mîsyonerên ku avahiyên nelihevhatî kirê dikin ji zarok û jinan re propexendeya Xirîstiyantiyê dikin.

Tê dîtin ku mîsyoneran li hinek bajaran di miqabilê 100 TLyan de dersê zimanê Koreyê didin. Her wiha di qursan de tê dîtin ku kesên li wir îşareta zaferê dikin û ji ber ku jimara qîzan zêdetir e ev yek jî bala mirov dikêşe.

Tê idîakirin ev mîsyoner ji bo ku xizmeta tendirustiyê hilbigrin bi nasnameyên hemwelatan diçin nexweşxaneyan. Ev kesên ku karê mîsyonertiyê dikin kom bi kom di hawîrdora nexweşxane, baxçe û qantînan de karûbarên xwe bi rêve dibin.

Piştî ku hat ragihandin ku mîsyoner li Nexweşxaneya Zayîna Jinan a Diyarbekirê de propexendeya Xirîstiyantiyê dikin endamên çapemeniyê çûn wir. Dema ku mîsyoneran endamê çapemeniyê dîtin bi helwestên xwe yên tûndî bertek ji endaman re dan nîşandan. Mîsyonerên ku him Tirkî him jî Kurdî baş dizanin dîmenên endamên çapemeniyê kişandin û wek ‘dê em we poşman bikin’ bertek nîşan dan. Hat diyarkirin dûvre ev mîsyoner ji bo ku dîmenên hatine kişandin jê were birin pere teklîfê qameramanan kirine. Ev mîsyoner dema ku qameramanan dibînin broşur û Încîlan dixin nav çenteyên xwe û hewl didin rûyê xwe dipêçin.

Gelê ku bûn şahidê vê yekê hatin cemhev û wek bertek: “Em we li vir naxwazin. Em Misliman in. Hûn hatine di Meha Remezanê de ji me re dibêjin Îsa lawê Xweda ye. Em vî yekê qebûl nakin. Çima hûn li welatê xwe ji welatiyên xwe re qala vî yekê nakin.” (ÎLKHA)