Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu çeleng şand defna Serokê Giştî yê Kevin a HEPê Ferîdun Yazarî. Ji ber ku li ser goristanê bes çelenga ku ji teref Kiliçdaroglu ve hatibû şandin bal kişand.
Serokê Giştî yê Kevin a HEPê Ferîdun Yazarê ku mehek berê dûçarê pençeşêra cegerê bûbû doh li Enqerê di nexweşxaneya ku tedawî didît de jiyana xwe ji dest da. Cinazeya Yazarî anîn Nexweşxaneya Pewerde û Lêkolînê yê Mehmet Akîf Înan. Yazar di derdora saetên nîvro de li Gundê Ordekliya girêdayê navçeya Hewenga (Bozova) Rihayê hat definkirin.
Xizmên Ferîdun Yazarî, hezkiriyên wî, Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu, parlementerên HDPê Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Nursel Aydogan û parlementera kevin Sebahat Tuncel û malbata Hevserokê DTKyê ya Leyla Guvenî beşdarê defne bûn.
Çelenga ku Kemal Kiliçdaroglu şandibû ser goristanê gelê li ser goristanê pir heyîrand. Kesên ku cara yekem e ku li ser goristanê çeleng dîtin tu wate nedan vî yekê. (ÎLKHA)