Li Êlihê ji ber ku di plazayekê 5 qatî de şewat derket kesên hawîrdor gelek tirsiyan. Piştî ku tîmên vekujê hatin ciyê şewatê bi şiklekî kontrolî agirê vemirandin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin bûyer di Taxa Meydanê ya ku li ser cadeya Gulîstanê ye di plazayekê 5 qatî de pêk hat. şewata ku di qata 3yemîn de di kargeha bijîşkiya diranê de derket nayê zanîn gelo çima derketiye. Şewat piştî ku tîmên vekujê hatin ciyê şewatê bi şiklekî kontrolî agirê vemirandin.
Di şewatê de mirî an jî birîndar tune. Lê di kargehê de zirarê madî pêk hat. Di derbarê bûyerê de tehqîqat dest pê kir. (ÎLKHA)