Ji ber ku Meha Remezanê di demsala germ de ye karkerên hesin darêjê bi zor û zehmet dixebitin. Hosteyên pêwîst e ku di germehiya bilind de bixebitin diyar kirin di gel derfetên zor û zehmet ew en wek 300 pile germahiyê him dixebitin him jî rojî digirin.
Karkerên hesin darêjê yên ku di Pîşesaziya Kuseta Entabê de dixebitin di 300-350 pile germahiyê de hesina ku dihelînin dirêjin nav qaliban. Karkerên ku di gel vî karê zor û zehmet dixebitin bi sebr û sebat him dixebitin û him jî rojî digirin.
Karkerên diyar kirin ku karê wan ji xebata wan re nabe asteng destnîşan kirin ku ew bi alîkariya Xwedê Teala rojî digirin. Ji kakeran Alî Dapgin diyar kir di gel germahiya zêde ew wel kaker rojî digirin.
“Heta ku Xweda qiwet dide em jî rojiya xwe digirin”
Dapgin wiha axivî: “Hemd ji Xweda re ku em di Meha Remezanê de dixebitin. Em di vî mehê de hewl didin berpirsyariyên ku Xweda daye me pêk bînin. Heta ku Xweda qiwet dide em jî rojiya xwe digirin. Em him dixebitin him jî rojî digirin.”
Dapgin destnîşan kir ew di meha remezanê de divê ku bixebitin. Dûvre Dapgin axavtina xwe wiha domand: “Hûn jî dibînin ku him germahiya hewayê û him jî germahiya dera ku em dixebitin digêhêje 50 pileyan. Di gel vî yekê hemd ji Xweda re ku em him dixebitin û him jî rojî digirin. Karê me gelek zehmet e. Karê me hesin darêjî ye. Em li kêleka agirê dixebitin.”
“Şert û merc çi dibe bila bibe divê ku mirov rojî bigire”
Ji kargeran Ferhat Karaca wiha diyar kir: “Di Meha Remezanê de di hawîrdora toz û germ de em hewl didin rojî digirin û îbadetên xwe pêk tînin. Ji ber ku karê me zor e em pir aciz dibin. Lê şert û merc çi dibe bila bibe divê ku mirov rojî bigire.”
Metîn Geçît wiha axivî: “Xebata me ji rojiya me re asteng nîne. Meha Remezanê siltanê 11 mehan e. Ev meh, meha îbadetê ye. Divê ku em bixebitin. Xebata me ji rojiya me re asteng nîne. Tabî beriya her tiştê nîyet girîng e. Piştî ku mirov nîyet anî mirov dikare rojî bigire.”
Ahmed Eyyûbiyê ehlê Sûrî diyar kir şert û merc çi dibe bila bibe divê ku mirov di Meha Remezanê de rojî bigire. Dûvre Ahmed Eyyûbî wiha axivî: “Karê me pir zehmet e. Di nav rojê de em pir tî dibin. Di nav van zehmetiyan de em rojî digirin. Meha Remezanê, meha salek e.” (ÎLKHA)