Navenda Giştî ya HUDA PARê di derbarê êrîşa bombeyî ya ku li Midyadê hatiye kirin de daxuyaniyek belav kir.Di daxuyaniya ku hat belavkirin de êrîşa bombeyî ya ku hatiye kirin ku hat diyarkirin ew vê êrîşê wek êrîşa terorê dibînin bi zimanekî tund hat şermezarkirin.
Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de wiha hat destnîşankirin: “Doh di derdora seat 10.50an de bi wesayîta bombebarkirî êrîş li Midûrtiya Ewlehiyê ya Midyadê hat kirin.Li gor agahiyên dawî yên ku hatine wergirtin di êrîşê de 2 jê polês û 2 jê siwîl tevde 4 kes jiyana xwe ji dest dane û nêzî 40 însanê me jî birîndar bûne.Em vê êrîşa ku qadên jiyanê yên însanan hatiye hedef girtin û qesd li canê însanan hatiye kirin tel’în dikin.Em ji naskiriyên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re serxweşiyê û ji kesên birîndar re jî şifayê teleb dikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ev êrîşên ku dibin sedema mirina însanên siwîl, çalakiyên terorê ne û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Him di êrîşa ku li Stenbolê hat kirin de û him jî di êrîşa ku li Midyadê hat kirin de herî zêde xelkê me yê siwîl ê bêsûc zirar dîtiye.Em van êrîşên bombeyî yên ku di nava qelebalixan de tên kirin û dibin sedem ku însan bimirin û birîndar bibin wek çalakiyên anarşî û terorê dibînin û em van bi tundî şermezar dikin.Hedef çi dibe bila bibe ev cûr çalakiyên şidetê, ne yên qebûlkirinê ne û tu hincetên heqdar yê van teqemeniyên ku di qadên jiyanê de tên teqandin jî tune ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat temenîkirin ku di vê meha Remezanê de ev êşên ku xelk dikşîne bi dawî bibin û wiha dawî li daxuyaniyê hat dayîn: “Em ji naskiriyên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re serxweşiyê û ji kesên birîndar re jî şifayê teleb dikin.”(ÎLKHA)