Li navçeya Erdemliya Mêrsînê zilamê ku ji ber deynê xwe ev demekî bû ku di buhranê de bû jina xwe û zarokên xwe yên 5 û 3 salî kuşt. Dûvre jî xwe kuşt.

Bûyer li ser Kûçeya Îmam Xatîbê ya ku girêdayê Taxa Akdenîz Erdemliyê ye pêk hat. Gor agahiyên hatine bidestxistin Murat Bayram ev demekî nû ku ji ber deynê xwe di buhranê de bû. BAyramê ku piştî bi jina xwe re gengeşe dike gule berdide jina xwe ya bi navê Sultan û zarokên xwe Mehmet Alî (5) û Zeynep Batramê (3). Dûvre bi çekê xwe jî dikuje.

Piştî ku cîranan xeber dan ekîbên ambulansê ya acîlê ekîb hat û deriya mala malbatê şikand. Lê termê her 4 kesî wek mirî li erdê bû.  Piştî tehqîqata ku ji teref serdozgeriyê ve hat kirin termên van 4 kesan rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Erdemliyê. (ÎLKHA)