ÎHO-Ebrarê ku navenda wê li Holladayê ye û organizasyona alîkariyê ya navneteweyî ye di çarçoveya Remezanê de xebatên xwe yên alîkariyê didomîne.

ÎHO-Ebrar di çarçoveya van xebatên Remezanê de li Ugandayê xwarina fitarê da  500 êtîmî.

Serokê ÎHO-Ebrarê Dr. Abdurrahman Alpsoy di derbarê mijarê de diyar kir ew niyet kirine di nava vê meha Remezanê de alakariya kesên feqîr û êtîm bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ê li Tirkiye, Asya, Afrîka û li welatên din xebatên me yên alîkariyê yên cûrbecûr bên kirin.Di vê bargehê de em hêvî dikin ku karibin  ji gelek kesî re alîkariyê bikin.Ji ber vê yekê jî em temennî dikin kesên xêrxwaz di vê çaarçovê de alîkariyê ji me re bikin.Em bûn wesîle ku li Ugandayê 500 êtîm bextewar bibin.Xweda ji wan kesên xwedî xêr razî be.”(ÎLKHA)