Her weke ku tê zanîn îro li Vezneciyana Stenbolê di dema derbesbûna wesayîta polêsan de wesayîta bombebarkirî hatibû teqandin.Di êrîşa bombeyî ya ku hatibû kirin de 7 jê polês tevde 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 36 kes birîndar bûn.

Di derbarê vê teqîna ku pêk hat de ji teref RTURKê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de ji teqînê re qedexeya weşanê hat anîn.(ÎLKHA)