‘Operasyona Yekîneya Taybet a Atmaca 7’ a ku di 14ê Adarê de ji bona çalên ku ji teref PKKê ve hatibûn kolan bên girtin hatibû destpêkirin îro xelas bû.

Ji teref  Walîtiya Mêrdînê ve di derbarê operasyona ku 82 roj berdewam kir de daxuyaniyek da.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin 508 barîkat hatine rakirin,52 çal hatine girtin û hezar 213 teqemenî jî hatine îmhakirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di pêvajoya operasyonên ku li Nisêbînê berdewam kirin de 495 PKKyî hatin kuştin û 70 esker û polês jî jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)