Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku qedexeye derketina derve didome şer tundtir bû. Hat ragihandin ku di şerê naveçeyê de eskerek û polêsek jiyana xwe ji dest dane.

Gor agahiyên hatine bidestxistin di derdora saetên nîvro de li Taxa Firatê şer tûndtir bû. Di şerê ku derket de leşker û polêsek jiyana xwe ji dest dan û gelek birîndar hene.  

Li navçeyê tankên TSKyê li ser Rêya Îpekyolê bicî bûne û taxên Firat û Dîcleyê dane ber topan. (ÎLKHA)