Hat ragihandin ku operasyonên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku 74 roje qedexeya derketina derve didome ber bi dawîbûnê ve diçe.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ev 74 roj e ku qedexeya derketina derve didome. Hat ragihan di operasyonên ku hate niha li navçeyê de berdewam kiriye de 66 leşker û polês jiyana xwe ji dest dame. Gor daxuyaniyên fermî jî heta niha li navçeyê 437 PKKyî hatine kuştin.

Li navçeyê gelek însan ji mal û mikê xwe bûn û mecbûr man navçeyê terk kirin. Avahiyên di taxên Firat, Dîcle, Abdulkadîr Paşa, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Tunçê de ser û bin bûne.

Wekê ku tê zanîn di 24ê Gulana 2016an de 6 jin, 19 zilam bi tevahî 25 kes di Taxa Tunçê de teslîm bûbûn. Hat ragihandin ku di vî taxê de birîndar hene. Her wiha hat ragihandin ku bi destûra qeymeqamtiya Nisêbînê qirş û qalên di taxên ku berîqet û çal tune de hatiye rakirin. (ÎLKHA)