Walîtiya Mêrdînê ji seat 10.00an pê ve li hinek gundên ku girêdayê Nisêbîn, Omerlî û Midyadê  ne qedexeya  derketina derve îlan kir.

Li gor daxuyaniya ku ji teref walîtiyê ve hatiye dayîn navê gundên ku lê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin bi vî awayî ne: Gundên Gollu, Îkîtepe, Unsalli, Kovanliyê ku girêdayê Omerliyê ne, Gundê Kutlubeya Midyadê û li gundên Pinarbaşi, Çalıkoy, Kuyular, Yavrukoy, Îlkadım, Karacakoy, Dalliağaç, Doğanliya girêdayê Nisêbînê ne.(ÎLKHA)