Li navçeya Kayapinara Diyarbekirê li ser Cadeya Musa Anterî gengeşeya ku di nabeyna esnaf û komekî de derket dûvre zivirî pevçûna çekî. Di encama pevçûnê de 4 kes birîndar bûn.
Bûyera ku 4 kes birîndar bûn îro di derdora saet 15.00an de li ser Cadeya Musa Anterî di nabeyna zêrker û komekî de derket.
Gor agahiyên ku hatine bidestxistin di nabeyna 2 lawên zêrker û komek gengeşe derket. Dûvre ev gengeşe zivirî pevçûnê. Di encama pevçûnê de 4 kes birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)