Koma Ciwanên Îdeal a Zanîngeha  Êlihê bi navberiya Banqeya Erzaqê ya Umûd-Derê  ji 20 malbatê ku ji ber pevçûnan mexdûr bûne û hatine li Êlihê bi cî bûne re alîkariya erzaqê kir.

Serokê Koma Ciwanên Îdeal ê Zanîngeha Êlihê Faxredîn Turgut di derbarê alîkariyên ku kirine de diyar kir ew vê alîkariyê bi navberiya Umûd-Derê kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Weke ku tê zanîn me di 20 Nîsanê de bernameya Wîladeta Pîroz tertîp kiribû û di bernamê de jî ji bona kesên hewcedar kermes vekiribû. Me bi wan pereyên ku ji kermesê hatin ber destê me ji bona 20 malbatên feqîr û jar koliyên erzaqê amade kir û van koliyan ji kesên hewcedar re belav kir.Ew ê ev alîkariyên me berdewam bikin.”

Kesên ku alîkariya erzaqê ji wan re hat kirin ji endamên komê re teşekkur kirin  û kêfxweşiyên xwe anîn ziman.(ÎLKHA)