Wezîrê herî dawî yê Komara Kurdistana ku di sala 1946an de li Kurdistana Rojhilat di pêşewaya Qazî Muhammed de hatibû damizrandin li Urmiyeya Kurdistana Rojhilat wefat kir.
Simayîl Axa Îlxanîzade di Komara Kurdistanê ya ku di sala 1946an de li Kurdistana Rojhilat li pêşewaya Qazî Muhammed de hatibû damizrandin de wek Wezîrê Veguhastinê hatibû hilbijartin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Simayîl Axa Îlxanîzade li gundê Hemîyanana Bokana Kurdistana Rojhilat wefat kir.
Simayîl Axa Îlxanîzade dı 114 salikya xwe de wefat kir.Digel wefatkirina Simayîl Axa Îlxanîzade Wezîrê herî dawî yê Komara Kurdistana ku di sala 1946an de li Kurdistana Rojhilat di pêşewaya Qazî Muhammed de hatibû damizrandin wefat kir.
Damizrandina Komara Kurdistanê
Komareya Kurdistanê di 22 Çileya 1946an de li bajêra Mahabada Kurdistana Rojhilat li Meydana Çarçirayê ji teref Qazî Muhammed ve hatibû îlankirin.Piştî ku Komareya Kurdistanê hat damizrandin re lijneya wezîran a ku ji 13 endamî pêk dihat hat damizrandin. Komareya ku ji teref Qazî Muhammed ve hatibû damizrandin piştî salekî di 17 berfanbarê de ji teref arteşa rejîma Şah ve hat xerakirin.Piştî vê xerakirinê di 31ê Adara sala 1947an de Serokkomar Qazî Muhammed, Serokwezîr Hecî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê Muhammed Huseyîn Xan Seyfî Qazî li Meydana Çarçirayê hatin îdamkirin.
Serokkomar, Serokwezîr û Wezîrên Komara Kurdistana Mehabadê
Serokwezîr û wezîrên Komareya Kurdistana ku di sala di 22 Çileya 1946an de li bajêra Mahabada Kurdistana Îranê li Meydana Çarçirayê ji teref Qazî Muhammed ve hatibû îlankirin:
Serokkomar: Qazî Muhammed
Serokwezîr: Hacî Babe Şêx
Wezîrî Ceng û Parastin û Hevkarê Serokkomar: Mihemed Husên Xanî Sêyfî Qazî
Wezîrê Propaxande: Sidîq Heyderî
Wezîrê Perwerde û Hinkariyê: Menaf Karîmî
Wezirê Karê Hundurîn: Mihemed Emîn Mu'înî
Wezîrê Tendurustiyê: Seyid Mihemed Eyûbyan
Wezîrê Aborî: Ehmed Îlahî
Wezîrê Kar: Xelîl Xusrewî
Wezîrê Post û Telegiraf: Kerîm Ehmedyan
Wezîrê Bazirganiyê: Hacî Mistefa Dawudî
Wezîrê Dadperweriyê: Mela Husên Mecdî
Wezîrê Kiştûkal: Mihemed Welîzade
Wezîrê Tegbîr û Meşweret Pêkirînê: Hacî Ebdulrehman Îlxanîzade
Wezîrê Rê û Ban: Îsmaîl Îlxanîzade (İLKHA)