Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Taxa Yenîşehîra Sîwereka Rihayê di zeviya kêleka Rêbeja Sîwerek- Diyarbekirê de hemwelatiyên ku diçûn û dihatin ceseda zilamekî 60-65 salî dîtin. Bi îxbara hemwelatîyan, ekîbên vekolînê hatin cihê bûyerê û vekolînan kirin.Di encama vekolînên ku hatin kirin de hat tespîtkirin şexsê ku miriye bi derbeyên kêran jiyana xwe ji dest daye.
Ji ser şexsê ku miribû nasnameya bi navê Eşref Erçek derket.
Piştî vekolîna ku li cihê bûyerê hat kirin ceseda şexsê mirî rakirin mirîxanê.Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hêj berdewam dike.(ÎLKHA)